Bi wesîleya Roja Bîranîna Şehîdên Meha Tîrmehê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de, di serî de şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê, tevahî şehîdên şoreşê hatin bibîranîn.
Di çalakiyê de axaftina ewil li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Hatîce Kandal kir. Kandal di axaftina xwe de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî û anî ziman ku şehîdên 14’ê Tîrmehê di dîroka gelê Kurd de xwedî cihekî girîng in.
Kandal diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê yek ji destanên herî girîng ên dîroka Kurd e û anî ziman ku berxwederan pêşengiya tevgerê li xwe girtin û bi serhildanên piştre pêşengî ji pêvajoyan re kirin.
Piştre, siyasetmedarê Kurd Serhed Agirî axivî û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, Alî Haydar Kaytan û tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî. Agirî diyar kir ku dîroka PKK’ê xwedî dîrokekî ku bi têkoşînan şêwe girtiye û wiha got, “Pêşengên wekî Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, bi berxwedana rojiya mirinê di bîra gelê Kurd de rûpelelî nû vekirin.”
Agirî bilêv kir ku berpirsyariya veguhestina mîrateya Berxwedana 14’ê Tîrmehê di mile têkoşerên îro de ye û wiha got, “Em ê dilsozê bîranîn û şopên wan bin û têkoşînê bidomînin. Em ê meşa xwe ya li ser xeta Rêber Apo bidomînin. Wekî ku hevrê Hayrî got, em ê heta dawî hewl bidin ku vê deynê bidin.”
Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê hate pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.