Di çarçoveya hevdîtinên navneteweyî yên têkildarî siberoja herêmê de Rêveberiya Xweser a Kobanê bi şandeya Emerîkayê re rêbazên pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê û mekanîzmayên entegrasyonê nîqaş kirin. Her du aliyan girîngî da parastina ewlehiya herêmê û misogeriya aramiya wê ligel berçavgirtina taybetmendiya pêkhateya Kurdî.
Şande ji Nadine Maenza, seroka berê ya Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya DYAyê û seroka niha ya Enstîtuya Angajmana Cîhanî; Megan Bodette, rêvebera lêkolînê li Enstîtuya Aştiyê ya Kurd; û Dr. Amy Austin Holmes, profesor li Zanîngeha George Washington û nivîskarê pirtûka "Survivors' State" li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêk tê.
Di hevdîtinê de hevserokê Rêveberiya Xweser a Kobanê Ferhan Hec Îsa û cîgira hevserokatiyê Mizgîn Xelîl amade bûn.
Her du aliyan mekanîzmayên entegrasyonê û asta heta niha pêk hatiye û rêbazên bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê nîqaş kirin.
Amadebûyan girîngî da parastina taybetmendiya pêkhateya Kurd li herêmê û got divê ewlehî û parastina herêmê were xurtkirin.
Li kêleka wan jî beşdaran bal kişand ser mijara jinê û pêwîstiya naskirina mafên wê di destûra Sûriyeyê de.