Alî Temel di 32’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn
Alî Temel ku pêşengî ji bisazîkirina hunera Kurd kir, di 32’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn.
Alî Temel ku pêşengî ji bisazîkirina hunera Kurd kir, di 32’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn.
Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê, ji bo bîranîna sazûmankarê Koma Çiya hunermend Alî Temel di salvegera şahedatê wî de li avahiya xwe ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê bernameya bîranînê li dar xist. Malbata Alî Temel, hezkiriyên wî û gelek welatî tevlî bîranînê bûn. Bîranîn ji bo şehîdên 14ê Tirmehê û hemû şehîdên aştî û demokrasiyê bi rêzgirtinê destpê kir.
‘BÎRANÎNA WÎ PARASTINA ÇAND Û HUNERÊ YE’
Rêveberê komeleyê Taner Bozyel axivî. Taner Bozyel diyar kir ku hinek kes wateya jiyana jixwe diafirîne û wiha got:” Tenê wateya jiyanê bi jiyînê vê nayê dayîn. Sekna wî ya li ber jiyanê û hunerê polîtîk bû. NÇM ne tenê ji bo hunerê hat afirandin ji bo gelekî zimanê xwe û nasnemaya xwe bijî hat afirandin. Em şexsê wî de şehîdên 14ê Tîrmehê ji bîr tînin. Îro bîranina Alî Temel parastina çand û hunera Kurd e. Em bejna xwe li ber van ditewînin.
Pişre birayê Alî Temel Veysi Temel axivî. Veysî Temel biranînên xwe yên li ser birayê xwe bîr xist û wiha qal kir: “Em bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin. Hişê birayê min û mejiyê wî li ser Kurdîtîyê bû. Wî zanîngehê qedandiye lê tu car ne xwest xizmetê ji dewletê re bike. Em bi hev re ketin Girtîgeha Amedê. Li Girtîgeha Amedê pir zilm li me hat kirin. 50 hevalê me birçîbûna ketin. Em tî û birçîbûn ew gardiyana av vedixwar. Alî Temel bi dar, gorê û têlên plastîk vê xwe re tembûr çêkiribû û ji me re stran digot. Di gotin girtîgehê dawet heye. Ew bi vî awayî stranan dinivîsî û digot. Elî du hep cezayê îdamê xwar. Piştre tevlî Tevgera Azadiyê bû. Serok jê re gotiye; ‘Tu mirovekî zîrekî’. Ji ber vê gotiye li vir bimîne. Ew nesekine û derbasî Bakur bû û li wir şehîd bû.”
Biraye wî strana Alî Temel nivîsandiye (18ê Gulanê) ji bo kesên ku di Girtîgeha Amedê de hatine îşkencekirin nivîsandiye, xwend.
Piştî axaftina sînêvîzyona li ser jiyan û têkoşîna Alî Temel hatibû amadekirin hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê, Koma Anatolyayê stranên Alî Temel gotin. Bînanin bi çepikan dawî bû.
ALÎ TEMEL KÎ YE
Alî Temel (Selman) ku ji bo sazûmandina çand û hûnera Kurdî pêşengtî kiriye. Alî Temel di 13ê Tirmehê 1994an de li navçeya Şemrexê ya Merdînê jiyana xwe dest daye. Li ser şahadeta wî 32 sal derbas bû. Bi zaroktiya xwe de di nav xebatên çandî de bûye. Li gundan tevlî dewatan dibe. Piştre xebatên siyasî dimeşîne û qet dest bi xebatên çand û hunerî bernade. Di sala 1981an de dikeve Girtigeha Amedê. Piştî derdikeve li tev Koma Çiya kaseta xwe ya bi navê “Rozerîn” derdixe. Alî Temel di beşa çand û hunerê ya rojnameya Ozgur Ulke de xebitî. Alî Temel bi stranên Xwişka Zozan, Deşta Bismilê, Rozerîn, Bûka Kurdan, Keçika Dêrsimê û Şitla Azadiyê li paş xwe dihelê. Pişre Alî Temel tevlî Tevgera Azad dibe û di 13ê Tirmeha 1994an de di pêvçûneke de jiyana xwe dest dide.