Bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li Stenbol, Wan, Êlih, Cizîr, Dîlok, Îzmîr, Mêrdîn, Erzirom, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
STENBOL
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANKA-DER) Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ji bo 44emîn salvegera Berxwedana 14ê Tîrmehê li 3 navçeyên Sûltanbeylî, Esenler û Baxcilar ên Stenbolê bernameya bîraninê li dar xistin.
Di bernameya navçeya Esenlerê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKKê Ali Haydar Kaytan, Mehmet Hayrî Dûrmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hate vekirin û find hatin pêxistin. Bername bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir, piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û endamên saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn.
Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin, axêverên bernameyê qala têkoşîna Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û tevahî şehidên Kurdistanê kirin.
Piştî axaftinan sînevîzyona ku behsa berxwedana 14ê Tîrmehê dikir, hat temaşekirin û bernameya bîranînê bi dirûşmeyan bidawî bû.
WAN
Bi pêşengiya MEMYA-DER û Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê li avahiya DEM Partiyê ya Wanê, pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz hatin bîranîn. Di bernameya bîranînê de pankarta bi nivîsa “Ronahiya çaran bersiv da berxwedana Mazluman” hat daliqandin. Di bernameyê de sînevîzyona ku behsa barxwedana 14ê Tîrmehê dike hate temaşekirin. Endam û serokên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Bernameyê ji bo hemû cangoriyên demokrasiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Selim Teken li ser navê MEBYA-DERê der barê wate û girîngiya rojê de axivî û got: “Di şeva Çaran de, ji bo ronîkirina tarîtiyê û êşkenceyên li zindana Amedê, wan bedena xwe da ber agir û li ser şopa Mazlum Dogan meşiyan. Di nav wê tarîtiyê de mîna topa agir bedena xwe şewitandin û rê nedan ku kes vî agirî vemirîne. Ev agir bû agirê azadiyê. Di komploya 12’ê Îlonê de, bersiva herî mezin a li dijî kesên ku dixwestin Kurdan tune bikin, bi çalakiya Mazlum Doğan hat dayîn. Wan rêya pîroz li pêşiya me vekir. Li ser vê esasê, di berxwedana 14’ê Tîrmehê de daxwaza têkoşîn û azadiyê hîn zêdetir bû û tarîtiya zindana Amedê hat mehkûmkirin. Dijmin dixwest Kurdan tune bike, lê belê kesên ku bedena xwe dan ber agir li dijî vê derketin û jiyana azad ava kirin. Helwesteke layîqî Kurdistanê nîşan dan.”
Bername piştî axaftinan, bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
ÊLIH
Bi boneya salvegera Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Êlihê li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) bernemaya bîranînê hat lidarxistin. Di bernameyê de nûnerên partiye siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û kes tevlibûn. Girseya ku li wir amadebû ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgitinê dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Her wiha li ser maseyê wêneyên cangoriyên 14ê Tîrmehê, Alî Haydar Kaytan û yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn danîn. Bi heman awayî li maseyê bi gulên sor û agirê findan jî hatibû xemilandin.
Endamê MEBYA-DERa Êlihê Şafî Aratemûr di bîranînê de axivî û kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Em wek gelê Kurd dê her tim deyndarê wan bin. Em ê li ser riya ku wan nîşanî me daye bimeşin û bîranînên wan heta hetayê zindî bihêlin.”
Bernameya bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
CIZİR
Li Eywana Orhan Dogan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pêşengiya Mebya-Derê ya Şirnexê de berxwedêrên 14î Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz yên Berxwedana Zindana Amedê bi tevilbûna Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatiyan hatin bîranîn. Wêneyên berxwedêrên 14ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan li eywana civînê hatin daliqandin.
Bernameya bîranînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona derbarê 14ê Tîrmehê û jiyana Alî Haydar Kaytan de hatiye amadekirin hat nîşandan.
Piştî nîşandana sînevîzyonê Hevserokê Mebya-Derê yê Şirnex Ramazan Togûrlû got ku Tevgera Azadiyê bi 6 kesan destpê kiriye û îro gehiştiye mîlyonan. Ramazan Togûrlû di berdewama axaftina xwe de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.
Piştî Ramazan Togûrlû Parlementer Mehmet Zekî Îrmez cangoriyên rêya azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha axivî: “Heya serkeftinê em ê şopdarên rêya wan bin. Di Zindana Amedê de li ber xwe dan û li hember zihniyeta faşîst serî netewamdin. Tevgera Apoyî nîşan da ku ji bilî berxwedanê rêyek din ji bo Kurdan tuneye. Asta îro em gihiştînê bi saya Rêber Apo û têkoşîna berxwedêrên 14ê Tîrmehê ye.”
Bîranîn bi berzkirina dirûşme û çepikan bi dawî bû.
DILOK
Platforma Saziyên Demokratîk a Dîlokê, bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bîranîn li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê pêk hat û gelek rêveber û welatî tev li bûn. Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevizyona ku behsa wate û girîngiya Hefteya Lehengiyê dike, hat nîşandan.
Bîranîn, piştî axaftinên li ser wate û girîngiya rojê bi dawî bû.
ÎZMÎR
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYADER-EGE), di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) a Îzmîrê bernameyeke bîranînê li dar xist. Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê yên Îzmîrê û gelek welatî tevlİ bîranînê bûn.
Bîranîn bi merasîma rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Di bîranînê de Hevserokê MEBYADER-EGE'yê Mîkaîl Atan axivî û bal kişand ser hovîtî û zilmê ku li Girtîgeha Amedê li dijî mirovahiyê hate kirin. Atan diyar kir ku pêşengên PKK'ê li dijî zilmê serî netewandin û canê xwe feda kirin û wiha got: "Wan got, 'Di nav van çar dîwaran de tenê bedenek û canekî me heye, em ê wî bidin lê em ê serî netewînin.' Hevrêyên me yên mîna Kemal, Alî û Akîf li wir ketin rojiya mirinê û şehîd bûn. Ne tenê ew, gelek lehengên gelê Kurd ên mîna Mazlûm û hevalên wî jî li wir li dijî vê zilmê serî netewandin. Di encamê de, ew Esat Oktay Yildiranê faşîst ê ku digot 'Ez ê we hemûyan teslîm bigirim', li pêşberî vê berxwedana mezin bêçare ma û neçar ma ku daxwazên girtiyan qebûl bike."
MÊRDÎN
Li ser banga MEBYA-DER, TUHAY-DER û Înîsiyatîfa 78'an, li avahiya DEM Partiyê ya Mêrdînê bernameyeke bîranînê hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelek welatî tevli bîranînê bûn. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û di axaftinan de minetdariya ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hate nîşandan. Di axaftinan de hate gotin: "Zindana Amedê cihê herî giran ê îşkenceyê bû. Lê tevî vê yekê jî tu hevalên me ji têkoşîna xwe venegeriyan û bi fedakirina canê xwe nîşan dan ku gelê Kurd heye. Em ê her dem minetdarê wan bin. Di heman demê de em soz didin wan ku em ê tu carî wan ji bîr nekin û têkoşîna azadiya Kurd a ku wan canê xwe di oxira wê de da, her dem bidomînin."
Yek ji şahidên berxwedanê Mehdî Aslan, tiştên ku qewimîn vegotin. Bîranîn bi nîşandana sînevizyonê bi dawî bû.
ERZIROM
Platforma Saziyên Demokratîk a Erziromê, bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, li avahiya Rêxistina Navçeya Tatosê ya DBP'ê bernameyeke bîranînê li dar xist. Di bîranînê de, piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, sînevizyonek li ser berxwedanê hate nîşandan.
BEDLÎS
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER), li rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Tetwanê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bername piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi nîşandana sînevizyonê berdewam kir.
MÛŞ
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê jî li avahiya DBP'ê ya Mûşê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bername, piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi nîşandana sînevizyonê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Platfomra Saziyên Demokratîk a Colemêrgê bi boneya 14'ê Tîrmehê berxwendana pêşengên Tevgera Azadiyê ya di Zindana Amedê de dan meşandin, bernameya bîranînê li dar xist û sînevîzyonek da nîşandan. Bername li avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Bername ji bo hemû cangoriyên demokrasiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Nûnerê MEBYA-DER'ê Hamdî Taşkin piştî rêzgirtinê axivî û diyar kir ku bi saya wan cangoriyên di Zindana Amedê de jiyana xwe ji dest dane, ev tevger heya vê rojê hatiye û wiha got: “Niha di encama berxwedana wan de hemû cîhan Kurdan nas dike û hebûna Kurdan dizane. Wan miletek ji neyînî aniye heyîniyê û vê gavê dewleta Tirk jî li gel Kurdan pêvajoyek daye destpêkirin. Ev hemû bi saya wan şehîdan e. Divê em jî li gorî mîrateya wan tevbigerin û lê bibin xwedî.”
Piştî axaftinê sînevîzyona ku behsa berxwedana 14'ê Tîrmehê dikir, hat temaşekirin û bernameya bîranînê bi dirûşmeyan bidawî bû.