Şêniyên Qamişloyê: Em guhertina navên bajaran qebûl nakin
Xelkê bajarê Qamişloyê bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku rêzê li taybetmendên navên bajar û deverên Kurdan bigirin û got guhertina navan binpêkirina nasname û çanda Kurdî ye.
Xelkê bajarê Qamişloyê bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku rêzê li taybetmendên navên bajar û deverên Kurdan bigirin û got guhertina navan binpêkirina nasname û çanda Kurdî ye.
Înîsiyatîfa Gel a Qamişloyê bi daxuyaniyekê guhertina navên gund û bajarên Kurdan ên Rojava red kir. Daxuyanî li qada Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlyê ji hêla endama Akademiya Şehîd Egîd Cîlo Lojîn Îbrahîm ve hat xwendin. Şêniyan pankartên "zimanê me nasnameya me ye û zimanê me hebûna me ye."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Li gorî Peymana 29ˊê Çileya 2026ˊan li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya entegeresyonê dest pê kir. Li gorî pîvanên entegrasyonê, gelê Kurd wekî neteweyeke resen a Sûriyeyê hat naskirin, lewra pêwîst e her karê ku tê meşandin, li ser esasê pîvana hebûna kurdan a Sûrîyayê bimeşe.
Lê di dema dawî de, gelek bûyer çêbûn ku vê pîvanê derbas dikin û bin pê dikin. A herî dawî jî, ji bo ku navê Kobanê bikin Eyn Ereb, hinek hewldan çêbûn. Di heman demê de hikumeta demkî dixwaze ku vê siyaseta xwe di hemû cografyaya Kurdî de bisepîne. Ew dixwaze navên herêman biguherîne û bi demê re jî van herêman ji Kurdîbûnê dûr bixe.
Ev helwest li dij Peymana 29ˊê Çileyê ye. Di heman demê de ev helwest li dij ziman, nasname û hebûna Kurdan e. Ev helwesta hanê nayê qebûlkirin.
Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye û cih û warên me neynika çand û Kurdewariyê ne.
Pêwîst e hikumeta demkî, li hember vê rastiyê rêzê li vê yekê bigire û di warê qanûnî de jî, vê rastiyê nas bike.
Em wekî gelê Qamişloyê ji rayedaran dixwazin ku li hember me, zimanê me û dîroka me, rêzê bigirin û em tu helwestên înkarkirina Kurdan qebûl nakin.
Ji bo entegrasyon bi ser bikeve, divê hikumeta demkî jî erkê li ser milê xwe bi cih bîne. Her wiha pêwîst e hemû gelê Kurd jî di vî warî de baldar û hişyar be.
Gelê me di van mijaran de tawîzê nade. Gelê me, êrişan li ser hebûna xwe qebûl nake. Hêviya me ew e ku her kes erkên li ser milên xwe bi cih bîne û aştiya civakî biparêze."