Li Atînayê bîranîna 14'ê Tîrmehê

Bi wesîleya salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li paytexta Yewnanistan Atînayê çalakiyeke bîranînê ya girseyî hate lidarxistin.

Bernameya bîranînê ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd hate lidarxistin, bi beşdariya welatparêzên Kurd ên li Atînayê û dosên enternasyonalîst pêk hat.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê destpê kir. Piştre ji Tevgera Jinên Kurd a li Ewrropayê (TJK-E) Bêrîvan Pirsûs axivî.

Bêrîvan Pirsûs bal kişand ser girîngiya berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li hemberî hovîtiya li Zindana bi Hejmara 5'emîn a Amedê û di şexsê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de berxwedêrên zindanan bi bîr anî.

Bêrîvan Pirsûs anî ziman ku ev îradeya li zindanê nuqteya şikestinê ya di meşa azadiyê ya gelê Kurd de bû û got, "Berxwedana zindanan a 14'ê Tîrmehê manîfestoya azadî û hebûnê ya gelê Kurd e."

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser pêvajoya dîrokî ya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û jiyana kadroyên pêşeng hate nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.