Berpirsyarê Polîtîka û Têkiliyên Navneteweyî ya EH Bildu Igor Zulaika Zurimendi ku di çarçoveya bernameyeke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de hat Amedê, tecrûbeyên xwe yên li ser pêvajoyên şer û çareseriyê parve kir û pêvajoya li Tirkiyeyê nirxand.
Zurimendi ku di pêvajoya rawestandina şer û çareseriyê de ya li herêma Baskê ya Spanyayê bi roleke çalak rabû, par li Silêmaniyeyê di merasîma şewitandina çekan de jî amade bû. Zurimendi anî ziman ku wî şahidî ji kêliyeke dîrokî re kir û destnîşan kir ku pêvajo gelekî taybet e, divê rêyên muzakereyê dewam bikin.
Zurimendi diyar kir ku merasîma şewitandina çekan ji bo wî hem cihê hestewariyê hem jî sedemeke fikirînê bû û got, "Rêya pêşveçûnê ji fikir û hîskirinê derbas dibe. Ji bo pêvajo karibe bi pêş ve biçe divê ev herdu xal bi hev re bimeşe."
'EV FIRSENDA DERKETIYE HOLÊ DIVÊ BÊ NIRXANDIN'
Igor Zulaika Zurimendi tecrûbeyên xwe û pêvajoya li Tirkiyeyê anî beramberî hev û ev nirxandin kir, "Di navbera herdu aliyan de hem aliyên dişibin hev hem jî yên ji hev cuda hene. Nuqteya hevpar a herî girîng hebûna du gel û du tevgerên siyasî ye ku heman îrade nîşan dan. Em hêvîdar in ku nêzîkatiya hikumeta Tirk a li pêvajoyê wê ji ya hikumeta Spanyayê bêhtir çêker be. Di tecrûbeya Spanyayê de hikumetê firsenda ku derkete holê nenirxand. Ji bo me surprîza herî mezin ew bû ku hikumetê ji bo pêşveçûna pêvajoyê piştgirî neda sererastkirinên qanûnî yên pêwîst."
'MUZAKERE RÊBAZA HERÎ BAŞ E'
Zurimendi destnîşan kir ku divê alî girîngî û alternatîfên pêvajoyê rast binirxînin û ragihand ku rêbazeke hîn bi bandor nîne ku bikeve şûna muzakereyê.
Zurimendi got, "Eger alî difikirin ku bêyî rûniştina li dora maseya muzakereyê dikarin encameke baştir bi dest bixin, dixwazim bi eşkere bibêjim kku ev rast nîne. Çareseriya pirsgirêkên siyasî bi rêbazên siyasî dibe. Wezîfeya me nîne ku em pêşniyarê yekser li aliyan bikin. Dersa herî girîng a ji tecrûbeya me ew e ku pirsgirêk neyê taloqkirin."
'TALOQKIRINA PIRSGIRÊKAN RÊBAZEKE BAŞ NÎNE'
Zurimendi got, "Pirsgirêk çiqasî zû bêne nirxandin, ewqasî baş çareser dibin. Eger kar ji halê xwe re bê hiştin, wê di demdirêjiyê de çareseriyeke baş rû nede" û anî ziman ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê daxwaz bi şênberî bêne destnîşankirin û her kes jî bi berpirsyariya xwe rabe.
Zurimendi got, "Me berpirsyariya xwe bi cih anîn. Aliyê hember gav neavêtibe jî me berpirsyariya xwe pêk anîn. Ji ber ku me guhertin xwest û baweriya xwe bi wê wanî ku ev jî tenê bi bicihanîna berpirsyariya xwe dikare pêkan be."