ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Siyasetmedarê ji Baskê Igor Zulaika Zurimendi işaret bi girîngiya diyalog û muzakereyan a di pêvajoyên aştiyê de kir û got, "Çareseriya pirsgirêkên siyasî bi rêbazên siyasî dibe."

Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku têkidlarî qanûna çarçoveyê agahî ji raya giştî re nehatiye dayin û got, "Eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin ev yek wê neyê qebûlkirin. Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep êş nekişandin."

Sînan Ok diyar kir ku divê aboriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi rengekî xurt were nirxandin û got, modela demokratîk a aboriya aştiya civakî, wê bi polîtîkayên civakî yên xurt û bi destekên îstihdamê pêkan bin.

Jinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ji karên rêxistinbûnê yên bi pêşengiya Mîna Qazî heta bi berxwedana Şîrîn Elemhûlî ya li sêdarê di xeta têkoşînê de felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" veguherandin xeteke berxwedanê ya civakî.

Girtîgeha li Amedê yek ji berxwedanên herî mezin ên dîroka Kurd e. Kenan Evren li Deriyê Çiyê di mîtîngê de girtîgeh nîşan da û got, "Li vê derê yên welê hene ku tu serê wan jî jê bike dev ji îdeolojiya xwe bernadin." Ev gotin ispata berxwedanê bû.