Sînan Ok: Divê em aboriya aştiyê jî ava bikin

Sînan Ok diyar kir ku divê aboriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi rengekî xurt were nirxandin û got, modela demokratîk a aboriya aştiya civakî, wê bi polîtîkayên civakî yên xurt û bi destekên îstihdamê pêkan bin.

Krîza aborî ya ku ji ber polîtîkayên şer kûr bûye, gel ber bi xizaniyeke kûr ve biriye. Ji ber budçeya ji bo polîtîkayên şer hatî mezaxtin, gel ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanê yên esas zehmetî kişand û di her firsendê de dibêje ku divê budçe ne ji bo şer, ji bo gel were mezaxtin. Pispor diyar dikin ku divê bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re krîza aborî were sivikkirin û xizanî were kêmkirin. Pisporan bang kirin ku li ser vê esasê divê polîtîkayên başkirina civakî û aborî, bikevin meriyetê.

Pisporê Îstihdamê Sînan Ok diyar kir ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de yek ji sernavên herî girîng sazîbûna aboriya demokratîk e û anî ziman ku herêm ev salên dirêje rû bi rûyê pirsgirêka bêkarî û xizaniyê ye.

Ok ragihand ku daneyên TUÎK û SGK’ê yên têkildarî herêmê, bi rengekî diyarker ji ortalama welêt cuda ye û got, “Ev der bûye erdnîgariya xizaniyê. Daneyên TUÎK û SGK’ê jî, li herêmê hebûna bêkariya zêde û xizaniyê bi eşkere nîşan dide. Li seranserî Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê ya jinan ji sedî 20-30 e û li gelek bajarên li herêmê ev rêje derdikeve ji sedî 60’ê.”

Ok destnîşan kir ku sedemên dîrokî yên pirsgirêkên aborî hene û got, “Eger em behsa pêvajoya aştiyê dikin, divê ev bi bernameya polîtîkayeke civakî ya berfireh were destekkirin.”

Ok bi bîr xist ku Wan, Riha, Agirî û Şirnex ji aliyê bacê ji bo her kesekî hatî veqetandin ve, di nava bajarên paşketî yên Tirkiyeyê de ne û hişyarî da ku eger polîtîkayên heyî bên domandin, wê xizanî kûr bibe.

Ok diyar kir ku gotin û pêkanînên fermî li şûna ku xizaniya herêmî çareser bike, diveşêre.

Ok bilêv kir ku şer tenê ji pevçûnên çekdarî nîne û got, “Di encama polîtîkayên heyî de xizanî, pirsgirêka civakî, girêdana bi tiryakê, mêtingeriya kedê û pirsgirêkên civakî yên bi rengên cuda derdikevin holê û pirsgirêkên civakî her diçe kûr dibin. Lewma divê feraseta siyaseta heyî were guhertin.”

Ok anî ziman ku divê hemû saziyên dewletê polîtîkayên xwe yên têkildarî herêmê jinûve berçav derbas bikin û got, “Divê dawî li polîtîkayên qeyim were, divê şaredariya civakî were xurtkirin. Bi kurtasî divê tevahî polîtîkayeke başkirinê bikeve meriyetê.”

Sînan Ok diyar kir ku divê aboriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi rengekî xurt were nirxandin û got, modela demokratîk a aboriya aştiya civakî, wê bi polîtîkayên civakî yên xurt û bi destekên îstihdamê pêkan bin.