Şaredarê Çankayayê û 23 kes hatin girtin

Şaredarê Çankayayê yê CHP'yî jî di nav de 24 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna li hemberî Şaredariya Çankayayê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê de ya li hemberî Şaredariya Çankayayê tê meşandin, Şaredar Huseyîn Can Guner jî di nav de 24 kes hatin girtin.

30 kesên di 10'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê ji bo girtinê radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hatin kirin.

Dadgeriyê biryara girtina Guner û 23 kesan da. Her wiha têkildarî 6 kesan jî biryara berdana bi şertê kontrola edlî da.