Her du saziyan daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin, “15’ê Mijdara 1937’an xaleke werçerxê ya dîrokî û girîng e ku di dîroka siyasî, civakî û baweriyê ya Dersimê de şopên kûr hiştiye. Ev dîrok weke yek ji mînakên herî berçav a tundiya dewletê ya di pêvajoya Terteleya Dersimê de, di hafizaya kolektîf de cih digire.”
FEDA û DAKB’ê ev tişt jî got, “Sêdarên ku li Qada Bûgday a Xarpêtê hatibûn danîn, di heman demê de qirkirineke ku îradeya gelekî, baweriya wê ya qedîm û çanda wê jiyana hevpar hedef digire.”
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Li qada Bûgday tenê înfazek na; di heman demê de qirkirineke ku dewleta Tirk li dijî gelê me pêk anî û di dîroka mirovahiyê de şopên kûr hiştiye. Lewma 15’ê Mijdara 1937’an di hafizaya dîrokî ya gelê Dersimê de weke rojeke êş, şîn û berxwedanê tê bîranîn.
Di rojên borî de dîroknas Sedat Ulugana wêneyên ayîdê îdama Seyîd Riza û hevalên wî bi raya giştî re li ser Stêrk TV weşand. Ev wêneyên dîrokî ku di nava demek kurt de gihişte girseyên berfireh, di raya giştî de bû sedema nîqaşên cur be cur.
Ev wêne tenê ayîdê rabirdûyê na; şahidên bêdeng ên dîrokî ne ku di hafizaya gelê me de şopên kûr hiştine.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo edaleta civakî û heqîqet bi temamî derkeve holê, divê hurmet nîşanî hafizaya mexdûran were dayîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mîna nûçeyeke jirêzê nêzî van wêneyan bûyîn, di civaka wan de xemgîniyeke mezin çêkiriye û wiha hate gotin, “Ji ber ku ev wêne wêneyên jirêzê yên ji rabirdûyê mane nînin, şahidên bêdeng ên êşên kûr ên qirkirina 1937-38’an e.”
Saziyên Elewî diyar kirin ku her belgeya nû, her şahidî û her wêne rastiyên dîrokî yên hatine înkarkirin, car din nîşan daye û ev bang kirin:
“Bendewariya civaka me; divê cihê gora Pîrê me Seyîd Riza û hevrêyên wî yên hatine darvekirin, were eşkerekirin; qeydên têkildarî keçên winda yên Dersimê û malbatên hatine sirgûnkirin jî di nav de divê hemû arşîvên dewletê yên pêvajoya 1937-38’an a Dersimê, bi raya giştî û lêkolîneran re bên parvekirin. Her wiha divê gorên komî bên tespîtkirin û lêkolînkirin, hevrûbûna bi êşên dîrokî re çêbibe û bi rengekî fermî lêborîn ji neviyên mexdûran were xwestin, rastiyên dîrokî bêyî sansur bên eşkerekirin û daxwaza edaletê ya gelên mexdûr were pêşwazîkirin.
Pêşwazîkirina van daxwazan, ji bo aştiya civakî û wijdanê hevpar xwedî girîngiyeke dîrokî ye.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em li ber bîranîna Pîrê xwe Seyîd Riza, kurê wî Resik (Huseyîn), Findik Aga, Hasan Aga, Hasan, Alî Aga û hevalê wî yê dozê Usenê Seyd wan bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna wan a heqîqet, edalet û azadiyê bila ji rêya me re bibe ronahî.”