BI DÎMEN

Nobeta li Cenevreyê di meha 66’an de ye: Divê qanûnên demokratîk werin derxistin

Nobeta ji Rêber Apo re Azadî ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa NY’ê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, gihîşt hefteya 66’an.

“Nobeta ji Rêber Apo re Azadî” ku her roja Çarşemê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê dewam dike, ev hefte jî pêk hat. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên zindana Amedê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an û pîrê zana yê çiyayan Fermandar Alî Haydar Kaytan (Fuat) bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê Berxwederên Azadiya Rêber Apo li Cenevreyê, Ezîz Aslan daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Azîz Aslan di destpêka axaftina xwe de şehîdên Kurdistanê bir bîr anî. Aslan diyar kir ku armanca bingehîn a çalakiya ku 5 sal in bêyî navber dewam dike, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û anî ziman ku divê mafê ku di raya giştî de wekî “mafê hêviyê” tê zanîn bê pêkanîn û rê li ber were vekirin ku Rêber Apo di şert û mercên azad de tevkariyê li çareseriya demokratîk bike.

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û sazî û rêxistinên din ên navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û siyasî yên li ser Tirkiyeyê bi cih bînin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de îşaret bi daxwaza statuyê ya Kurdan hat kirin û hat diyarkirinku bêstatubûn êdî nayê qebûlkirin û hate destnîşankirin ku divê mafên demokratîk ên gelê Kurd were mîsogerkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku meha Tîrmehê ji bo Tevgera Azadiya Kurd îşaret bi serdemeke dîrokî ya girîng dike û Hayrî Durmuî, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de îşaret bi merasîma ku di 11’ê Tîrmeha 2025’an de li Silêmaniyê pêk hat, hate kirin û hate diyarkirin ku ev nîşaneyeke eşkere ya îradeya ji bo aştiyê ye. Hate gotin ku ev gav ne teslîmîyet, nîşankirina îradeya çareseriya demokratîk e û divê dewletê jî li gorî vê îradeyê gavên qanûnî û siyasî biavêje.

Bi berdewamî îşaret bi geşedanên li herêmê jî hat kirin û hat destnîşankirin ku çareseriya aştiya mayînde û çareseriya demokratîk nabe were taloqkirin.