Leşkerên Îranê li Rojhilat kolberekî qetil kirin

Di encama gulebarana rasterast ya leşkerên rejîma Îranê de li sînorê Tete yê Hewramanê kolberekê ciwan yê ji Serdeştê hate qetilkirin.

Kolbernews’ê têkildarî qetilkirina kolberekê Kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve raporek weşand.

Di raporê de hate gotin ku, kolberekê Kurd yê binavê Zanyar (27) ku ji navçeya Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê ye, di encama gulebarana rasterast ya leşkerên rejîma Îranê ve, li bilindiyên sînorê Tete yê Hewraman hate qetilkirin.

Her wisa hate gotin ku, leşkerên rejîma îranê bêyî agahdarkirina pêşwext kolber gulebaran kir, guleyek li wî ket û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.