Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso di peyameke vîdyoyî ya ji bo konferansa Şengalê de tekez kir ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyan û misogerbûna mafên rewa yên Êzidiyan, pêwîste îradeya civaka Êzidî di çarçoveya destûra demokratîk a Iraqê de bê naskirin.
Xerîb Hiso bal kişand ser wê yekê ku entegrasyona demokratîk ne tenê ji bo Êzidiyan, belkî ji bo aramiya Iraqê ya federal jî gaveke girîng e û banga dawîanîna li polîtîkayên zextê û artêşê ya li ser Şengalê kir da ku nimûneyeke serketî ya rêveberiya xweser û hevkariya hevbeş ava bibe.
Naveroka peyamê:
“Destpêkê de silavên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim. Bi taybetî spasî û silavên xwe ji bo Meclisa Gel a Şengalê pêşkêş dikim ku ev kombûn organîze kiriye. Em wekî civaka Êzidî, dîrok û çanda xwe heta roja îro parastiye. Ev kombûn jî di çerçoveya nirxandina komkujiyên li dijî Êzidiyan û çareserkirina çarenivîsa wan a di bin siya ‘entegrasyona demokratîk’ de pêk tê.
Îro em di nav şerekî mezin de derbas dibin. Li kûderê şer hebe, çareseriya demokratîk û çareseriya mayinde zehmet dibe. Lewma pêwîste civak di nav xwe de têkilî û danûstandinên xwe xurt bikin û hevdu baş nas bikin. Ev naskirin û rêxistinkirin, mifteya çareseriya pirsgirêkên ku dewletan ava kirine.
Civaka Êzidî civakeke gelekî kevnare; em ji dewletê û ji siyaseta dewletê jî kevnartirin. Piştî berxwedan û têkoşîna mezin a li hemberî terorê, her kesî îradeya Êzidiyan nas kir. Îro Êzidî xwedî dost û hevalanin. Lê parastin û xwedîderketina li civaka Êzidî, tenê bi gotinan nabe. Axaftin nikare bibe hêza çareseriyê; çareseriya rast, di aliyê exlaqî, wijdanî û naskirina mafên siyasî, çandî û îdarî yên civaka Êzidî de ye. Divê îradeya Êzidiyan di çerçoveya destûra demokratîk de were naskirin.
Dema em behsa entegrasyonê dikin, em behsa gava yekem a çareserkirina pirsgirêkan dikin. Hikûmeta Iraqê û civaka Êzidî hev baş nas dikin û divê hikûmeta Iraqê taybetmendiya herêma Şengalê û civaka Êzidî ber çavan bigire. Civaka Êzidî ne zirare ji bo hikûmeta Iraqê; berevajî, dema Êzidî xwe bi rêxistin dikin, ji bo Iraqê jî dibin hêz.
Bi zextan, bi anîna artêş û istixbaratê ya li Şengalê pirsgirêk çareser nabin, berevajî ev yek çareseriyê asteng dike. Şengal dikare bibe nimûneya entegrasyona demokratîk a bi hikûmeta Iraqê re. Ger hûn dixwazin rê li ber komkujiyên nû bigirin, divê îradeya Êzidiyan di çerçoveya destûrî de were naskirin.
Em di wê baweriyê de ne ku Êzidî dikarin xwe birêve bibin û biparêzin, lê bi entegrasyona bi dewleta Iraqê ya federal re, ewlehiya Êzidiyan û mafên wan bêhtir tên misoger kirin. Bi vî awayî, hem civaka Êzidî û hem jî dewleta Iraqê dikarin bi hevkariyeke hevbeş gavên serketî biavêjin. Careke din silavên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim û ji bo konferansa we serketinê dixwazim.”