Konferansa li Şengalê bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam kir
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê, bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam dike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê, bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam dike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" ku ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve li Şengalê hate lidarxistin û pispor, parêzer, aktivîstên mafên mirovan û rojnamevan tevlî bûn, dewam dike.
Di panela bi ser navê ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ de kesayetên di qada mafên mirovan de pêşeng, zehmetiyên hiqûqî, rewşa gorên komî û bandorên derûnî yên jenosîdê nirxandin.
Di panela duyem de, Şêwirmendê Parlementoya Herêma Kurdistanê yê ji karûbarên enfal û jenosîdê berpirs Nasir Kirêt, mijara “Qanûna Jenosîda Navneteweyî û sedemên tevilnebûna Iraqê ya Deklarasyona Romayê” nirxand. Kirêt bal kişand ser kêmasiyên yasayî yên di nav pergala Iraqê de û tekez kir ku îmzenekirina Deklarasyona Romayê (ya ku Dadgeha Tawanan a Navneteweyî ava dike) astengiyeke mezine li hember dadgehkirina tawanbarên jenosîdê li ser asta cîhanî.
Piştre Serokê Rêxistina Petricor a Mafên Mirovan Xeyrî Elî Îbrahîm, gotarek bi sernavê “Di navbera bîr, dadwerî û erkê parastinê de: Gorên komî yên li Şengalê”, bal kişande ser astengiyên teknîkî û mirovî yên li ser gorên komî. Îbrahîm anî ziman ku gorên komî tenê cihên veşartinê nînin, ew delîlên tawankarî û bîra komî ya civakekê ne. Îbrahîm got: “Li gorî daneyên ku hatine piştrastkirin, li Şengalê 96 gorên komî û 111 gorên takekesî hatine dîtin. Heta niha 77 gorên komî hatine vekirin û 857 cenaze hatine derxistin, ku nasnameya 296 kesan hatiye eşkerekirin, lê hîn 561 cenaze li bendê ne ku bêne naskirin.
Di panelê de Rojnamevan û Çalakvan Samya Şengalî jî balkişand li ser bandorên jenosîdê yên li ser derûniya civaka Êzidî û şirove kir.
Di panelê de, hiqûqnas Xelef Qasim Cûko mijara “Qirkirina Êzidiyan di navbera xemsariya navxweyî û naskirina navdewletî de” nirxand. Xelef tekez kir ku jenosîd ne tenê bi kuştinê, lê bi tehrîkkirina nefretê, bi zorê veguhestina zarokan û hewldanên guhertina demografîk berdewame.
GORÊN KOMÎ: RASTIYEKE KU HIN DI BIN ERDÊ DE YE
Serokê Rêxistina Petricor a Mafên Mirovan Xeyrî Elî Îbrahîm di lêkolîna xwe de hişyariyê dide ku her gorek ku nayê vekirin, tê wateya rastiyeke hatî taloqkirin. Ew dibêje: “DAIŞ’ê jenosîd kir, lê erka piştî tawanê dikeve ser milê dewletê. Dadwerî bi naskirina rastiyê dest pê dike, lê rastiya li Şengalê hîn di bin erdê de ye.”
Rêxistina Petricor di vê dosyeyê de rola xwe wekî çavdêr û alîkar dibîne, da ku pêşî li destdirêjiyên li ser goran bê girtin û mafê malbatên qurbaniyan ê ji bo veşartineke bi rûmet bê parastin.
BIRÎNÊN CIVAKÎ Û ŞERÊ NASNAMEYÊ
Di konferansê de hat gotin ku jenosîd ne tenê bi windahiyên fîzîkî ve girêdayî ye, lê civaka Êzidî rûbirûyê “şerê nerm” e jî. Ev şer, hewldana tune kirina nasnameyê, folklor û kincên Êzidî ye ku aliyên cûda hewl didin wan wekî milkê xwe nîşan bidin.
Her wiha di konferansê de koçberiya ber bi dîasporayê ve jî wek birîneke din a veşartî hat pênasekirin û hat gotin: “Nifşê nû yê li welatên xerîbiyê mezin dibe, di nav krîza nasnameyê de ye. Ev rewş, li gel metirsiya şewatên li kampên koçberan û nebûna garantiyên qanûnî yên penaberiyê, wêneya trajediyeke berdewam nîşan dide."
JENOSÎDEK DI ÇARÇOVEYA PEYMANÊN NAVDEWLETÎ DE
Xelef Qasim di gotara xwe ya lêkolînî de diyar dike ku tawanên 2014’an bi temamî di bin pênaseya “Peymana pêşîgirtin û Cezakirina tawana jenosîdê” ya sala 1948’an de cih digirin. Xelef amaje bi wê dike ku:
Zêdetirî 6000 gotarên nefretê di medyayê de li dijî Êzidiyan hatine tomarkirin.
Zarokên Êzidî rastî mejî şûştinê, perwerdeya leşkerî û tevlîkirina nava refên terorê hatine.
Hîn bi sedan jin û zarokên Êzidî winda ne û ev yek wekî beşeke ji jenosîda domdar tê hesibandin.
Li gorî amarên heta 24’ê Tîrmeha 2025’an, hejmara qurbaniyan gihaye 7259 kesan, di nav de 1512 şehîd û 1616 kesên hîn revandî.
Konferans berdewam dike…..