Careke din cezayê qedexeya hevdîtinê li Werîşe Muradî hate birîn
Ji ber ku tevlî rûniştina dadgehê nebû cezayê hevdîtina bi malbatê û axaftina bi telefonê li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî hate birîn.
Ji ber ku tevlî rûniştina dadgehê nebû cezayê hevdîtina bi malbatê û axaftina bi telefonê li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî hate birîn.
Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê eşkere kir ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya li girtîgeha Evînê tê ragirtin, bi fermana dadwer Ebulqasim Selewatî, cezayê peywendiya telefonî û hevdîtina li gel malbatê lê hate birîn.
Hatiye diyarkirin ku ev ceza ji ber ku di rojên borî de Werîşe Muradî tevlî runiştina dadgehê nebûye, lê hatiye birîn.
Ji beriya niha jî gelek caran ji berku Werîşe Muradî piştgirî daye pêngava ‘Ji sêşemên darvekirinê re na’, rûbirûyê heman cezayan hatiye.