Kujerê civaka azad kî ye?

Bi rengekî xwezayî dema civak ji jiyan û hestên komînal dûr dikeve, bêgûman wê êdî mirov ji mirovbûnê jî derkeve û êdî mirov wê bibe qatilê mirov, wê bibe qatilê xwe. Mirov wê bibe dijminê xwezayê jî.

Gelo ev hişmendiya kujerê kastîk çi ye û çawa ev kujer derket ser dika dîrokê? Eger ev kujer neyê fêmkirin û naskirin ne pêkan e civak karibe xwe ji bindestiya pergala îro rizgar bike. Destpêkê pêwîstî bi xwendin, fêmkirin û vekolandina dîrokê heye. 

Di serdema civaka xwezayî de jin xwedî rolek afirîner û pêşenga jiyana komînal bû. Zilam jî bi nêçîrvaniyê re mijûl bûye. Karê nêçîrvaniyê di zilam de karaktereke hişk û şerker diafirîne. Hingî ajalan dikuje ew êdî xwe digihîne rewşa kujeran. Ji bo xwe nasnameya qatil werdigire. Ev hunera wî ya kuştinê dibe sedem ku di rê û rêbazên bikaranîna şîdetê de jî pêş bikeve û bibe xwedî ezmûnên mezin. 

Ew kesê ku tecrûba wî zêde dibe êdî li derdora xwe koman ava dike. Li ser wê komê bandor û heybeta xwe çêdike. Bi demê re hêza wî mezintir dibe, bi wê hêza xwe bi dijwarî êrîş dibe ser qebîleyan û êdî ew ji nêçîra ajalan derbasî nêçîra mirovan dibe. Di nêçîra wî de jin û ciwan hedefa sereke ne. Bi rengekî bêrehm hemû berhemên jinê desteser dike, jinê li ba xwe dike kole. Wê destpêkê  nakuje, ji ber kedîkirina jinê û bikaranîna wê ji bo xwe weke derfeteke hîn mezintir dibîne. Jixwe yên  dikevin qefesa wî, eger bi kêrî wî werin wê bihêle, wekî koleyan 24 saetan wê bixebitîne. Yên bi kêrî wî neyên jî, jixwe wê wekî buldozerê di ser wan re bimeşe û bikuje. Yanî du rê li pêşiyê wan hene yan  mirin û ya heta hetayê koletî. 

Heta roja îro jî bermahiyên vî kujerî têne dîtîn. Eger em bala xwe bidinê desthilata îro jî heman nêzîkatiyan ji civakê re raber dike. Jixwe eger tu nebe zilamê desthilatê, tê bê tinekirin. Di vê rewşa kambax de du rê li pêşiya te hene, ya tê bibî kole yan jî tê bê kuştin. Di encamê de her du rê jî tinebûn e. Mînak dewleta Tirk ji Kurdan re dibêje, ‘Ya tê bêje ez wekî te Tirk im yan jî mafê te yê jiyanê tineye.’ Hikûmeta Demkî ya Sûrî jî ji hemû pêkhateyên li ser erdnîgariya vî welatî hene re heman tiştan dibêje. Bi vî rengî vîna civakê xesp dikin. Ev hişmendiya kujerê jin û civakê dîrok, ziman, çand û hebûna jin û neteweyan înkar dike û diqedîne.    

Di encamê de ev pergala mijara gotinê dibe deshilatdar û xwedî hêz. Êdî mîna cinawerekî bi ser civakê de diçe û ji bo civakê jî dibe mîna kabûsekê. Bi vî rengî civakê dixe bin baskên xwe û destûr nade ku êdî yek kes nefesê bide û bistîne. Bi vê rêbaza hişk û tirsonek xwe li ser civakê ferz dike û bi vî rengî sembola pîroziyê û qenciyê dide xwe. Êdî ji ber ewqas xwe pîroz pênas dike, nabe ku kes li dijî wê derkeve û nabe ku kes xwe wekî wê bibîne, ango nabe kes xwe pêre bipîve. 

Dewleta îro jî heman nêzîkatiyê li ser civakê ferz dike. Ew kujerê kastîk ê em behs dikin, dewleta îro bi xwe ye. Ev pergala dewleta netewe ye ya xwe ferz kiriye û nefes li civakê çikandiye. Pergala kujer, îro derbeya herî mezin li jin û mirovahiyê daye. Ji bo xwe rewa bike di nava hewldanên têkbirina çanda komînal ya di destpêka mirovahiyê de jin ji bo wê pêşengtî kiribû de ye. Bi çanda modernîteya kapîtalîst ku wekî pêvajoya herî dawî ya kujerê kastîk e, dixwazê bermahiyên çanda dayik a komînal bi carekê ji holê rakê. Ji lewra heta ku ev kujer neyê fêmkirin û dîtin, ne pêkan e jin û civak bigihijin azadiya xwe. 

Şerê îro li ser rûyê erdê tê meşandin ne şerê duyan jî sê dewletan e. Ew ne şerê li hember tinekirina rêxistinekê yan jî qirkirina çand û zimanê netewekê ye. Şer û pevçûnên îro li herêma Rojhilata Navîn rû didin û siyaseta şerê taybet a li ser gelên herêmê tê meşandin, şerên di navber du hişmendiyên ji hev cuda de ne. Du hişmendiyên ku bi hezarê salan e li ber hevdu didine. Yek ji wan hişmendiya kujerê kastîk ku di roja îro de nûnertiya wê netewe dewletên hegemon û kapîtalîst dikin û ya din jî hişmendiya jiyana hevpar û komînal ya di dîrokê de jin jê re pêşengî kiriye.

Ji bo mirov bizanê kujerê kastîk kî ye, pêwîst e mirov pergala desthilatdar ya roja îro baş bixwîne û analîz bike. Şerê deshilatdariyê yê îro li cîhanê tê meşandin û navenda wê bûye Rojhilata Navîn, heqîqeta kujerê kastîk pir bi zelalî nîşan dide. Rêber Apo diyar dike ku di ti serdemên dîrokê de bi qasî vê serdemê mirov ewqas li ser mirovan nelîstîne, mirov di vê astê de nebûye dijminê mirov. 

Eger em bala xwe bidinê ti cureyê ajalan jî bi vî rengî dijminatiya cureyê xwe nake, wî nakuje û naqedîne. Lê di mirovan de ew hewldan pêş ketine. Hin kes gihiştine wê astê ku dibêjin, ‘Ji min pê ve pêwîst e kes li ser rûyê vê erdê nemîne. Tenê ez heme, ev jiyan tenê ji bo min, her tişt ji bo min, jin ji bo min, dinya hemû ji bo min e.’ Çavên wî  têr nabin. Ji lewra çavên wî ji xwe pê ve kesek din nabîne. ji derveyî xwe mafê jiyanê ji kesekî din re nabîne. Ji bo vê her roj serê mirovan jêdike, komkujiyan pêk tîne. 

Ev nexweşiya kujerê kastîk îro ji desthilata dewletê derbasî nava civakê jî bûye û heta derbasî nava her malê bûye. Bi rengekî xwezayî dema civak ji jiyan û hestên komînal dûr dikeve, bêgûman wê êdî mirov ji mirovbûnê jî derkeve û êdî mirov wê bibe qatilê mirov, wê bibe qatilê xwe. Mirov wê bibe dijminê xwezayê jî. Jixwe rastiya em behsa wê dikin her roj li ber çavan rû dide. Eger ev kujer neyê bêtesîrkirin, wê civak û mirovahî rehet nejîn. Ji lewra em neçarin rastiya kujer fêmbikin da ku em bikarin li hember têkoşîn bikin û têk bibin. Rêbertiya me gotina Budha ya “Heya tu xencera di pişta xwe de dernexî, tu nikarî bi tiştekî din re mijûl bibî” bi bîr dixe. Ji lewra tevahiya civakê neçare vê xencera ser pişta xwe rake. Naxwe eger zingar bigire wê bi demê re bibe pençeşêr û bikuje.