Parêzer Demîr: Bêyî pêkanîna Mafê Hêviyê pêvajo pêşve naçe

Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku biryara DMME’ê ya “mafê hêviyê” derbarê Rêber Apo de 12 sal in nayê pêkanîn û destnîşan kir ku biryar mafekî bingehîn ê mirovan e û ji bo pêşveçûna Pêvaoya Aştî û Civaka Demokratîk azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neçarî ye.

Tevî ku 12 sal li ser biryara “mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de derbarê Rêber Apo de daye derbas bû jî, Tirkiye biryarê pêk neanî. Tevî biryara DMME’yê ku nenaskirina berdana bi şert di cezayê heta bi hetayê ya girankirî de wekî binpêkirina mafê nirxand jî vesazkirinekî qanûnî nehat kirin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzî salek û nîv destpê kir jî di vî miijarê de nekariye gavên berbiçav bide avêtin. Hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan, hem ji bo berpirsyariyên hiqûqa navneteweyî û hem jî ji bo nîqaşên çareseriya demokratîk, îşaret bi girîngiya pêkanîna biryara “mafê hêviyê” dikin.

Parêzer Cemal Demîr wesfa hiqûqî ya biryara “mafê hêviyê”, berpirsyariyên Konseya Ewropayê û girîngiya biryarê ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dewam dike, ji ANF’êre nirxand.

‘MAFÊ HÊVIYÊ NE QENCÎ YE, MAFEKÎ BINGEHÎN A MIROVAN E’

Demîr destnîşan kir ku biryara ku DMME’yê di sala 2014’an de da, di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de li hev e û anî ziman ku “mafê hêviyê” ne bijartek an jî tercîhek siyasî ye. Demîr wiha berdewam kir: “Mijara “mafê hêviyê” ji Adara 2014’an ve tê nîqaşkirin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hin kesên ku cezayê girtîgehê ya heta hetay lê hatiye birîn, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn. Dadgehê jî van serlêdanan nirxand û biryarekî girîng da. Diyark kir ku nayê qebûlkirin ku tu kes heta dawiya jiyana xwe li girtîgehê bimîne. Ji ber vê yekê jê re “mafê hêviyê” hat gotin. Li vê derê mijar ne qencîyekî ye. Ne bijarteyekî ku ger dewletê bixwaze nas bike ye. Ev mafekî bingehîn e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî vê yekê tespît kir. Bi temamî ji holê rakirina hêviya ku mirov di şert û mercên diyar de bigihe azadiya xwe, li dijî mafên mirovan e. Ji ber vê yekê ev biryar ev hikmekî girêder a hiqûqa navneteweyî ye.”

‘KONSEYA EWROPAYÊ BIRYARÊ DIŞOPÎNE, LÊ ENCAMEKÎ BERBIÇAV TUNE YE’

Demîr bi bîr xist ku pêkanîna biryarên DMME’yê ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê kontrolkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryaran bide, pêkanîn an jî nepêkanîna van ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê kontrolkirin. Mekanîzmayek şopandinê heye. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd jî bi salan in ku ji bo pêkanîna vê biryarê serlêdanên pêwîst kirin. Konseya Ewropayê jî di civînên cuda de vê mijarê kir rojeva xwe. Lê tevî hemû hewldanan jî ne pêkan e ku mirov bibêje Tirkiyeyê ji bo pêkanîna biryarê gavekî cidî yan jî berbiçav avêtiye. Konseyê vê mijarê ji nû ve kir rojeva xwe û ji bo kirina vesazkirinên pêwîst dem da Tirkiyeyê. Lê tevî ku demê hatiye dayîn, tijî bûye jî îro hîna verastkirinekî qanûnî nehatiye kirin. Hem biryar nehat pêkanîn, hem jî di vê mijarê de îradeyeke nû nehate raberkirin.”

‘MEKANÎZMAYÊN CEZAYÊ NAYÊN PÊKANÎN’

 Demîr diyar kir ku divê Konseya Ewropayê tenê bi biryarên pêşniyaran re sînordar nemîne û wiha got: “Di destê Konseya Ewropayê de mekanîzmayên cuda hene. Ger dewlet biryarên DMME’yê pêk naynin, Konseyê dikare li dijî van pêvajoyên cezaeyê bike dewrê. Bijarteyên cuda ên wekî rawestandina endamtiyê jî di hiqûqa navneteweyî de pêkan e. Lê heta îro me xebitîna van mekanîzmayan nedît. Zêdetir fikaran tînin ser ziman, pêşniyar nayên kirin. Ev rewş jî, ji bo rol û mîsyona Konseya Ewropayê niqaşên cidî bi xwe re tîne.”

‘DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE GAVÊN DÎROKÎ HATIN AVÊTIN’

Demîr anî ziman ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de geşedanên girîng çêbûn û wiha got, “Rêberê Gelê Kurd di 27’ê Sibata 2025’an de bangekî pir dîrokî kir. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî deriyê serdemeke nû vekir. Piştî vê bangê, ji aliyê Tevgera Azadiyê û saziyên eleqeder ve, ji bo pêkanîna aştiyekî mayînde, pêşxistina çareseriya demokratîk û dawîanîna serdema çekdarî, gavên girîng û dîrokî hatin avêtin. Tevî vê jî ne pêkan e ku mirov bibêje ji aliyê dewletê ve jî bersivdayinek di heman astê de pêk hat.”

‘GELÊ KURD AZADIYA FÎZÎKÎ, WEKÎ DAXWAZA BINGEHÎN DIBÎNE’

Demîr diyar kir ku gelê Kurd daxwaza “azadiya fîzîkî” di navenda pêvajoyê de dibîne û ev tişt got, “Gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan, tevî azadiya xwe dinirxîne. Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêberê Gelê Kurd de dibîne. Ji ber vê yekê di mitîng, hevdîtinên girseyî û çalakiyên demokratîk ên tên lidarxistin de, yek ji daxwazên bingehîn pêkanîna azadiya fîzîkî ye. Di mitîngên herêmî ku di rojên derbasbûyî de, li çar navendên cuda hatin lidarxistin, ev daxwaz bi awayekî xurt hate gotin. Gel diyar kir ku ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, şert û mercên xebat û jiyanê yên Birêz Abdullah Ocalan weringuhertin û pêşiya azadiya fîzîkî were vekirin.”

‘BÊYÎ AZADIYA FÎZÎKÎ, PÊŞVEÇÛNA PÊVAJOYÊ NE PÊKAN E’

Demîr anî ziman ku ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encamên mayînde bi dest bixe, dişvê di şert û mercên Rêber Apo de guhertin werin kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Ger azadiya fîzîkî neyê pêkanîn, ne pêkan e ku ev pêvajo bi ser bikeve. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd yek ji muxatabên bingehîn ê vê pêvajoyê ye. Gelê Kurd, Birêz Ocalan wekî îradeya xwe dibîne. Ji ber vê yekê ger qala çarseriyeke demokratîk û mayînde were kirin, divê zemîna vê ya hiqûqî çêbibe. Pêkanîna azadiya fîzîkî, hem ji bo bi awayekî hevseng pêşveçûna pêvajoyê û hem jî bicihanîna pêdiviya hiqûqê, gavekî neçarî ye. Tenê bi vî rengî di wateye rast de zemîna çareseriyê were avakirin.”