Turan Çîl: Ji xeynî greva birçîbûnê tu rê ji me re nehiştin

Turan Çil ê ji ber ku li dijî desteserkirina mafan a li Şaredariya Beşîktaşê derket, ji kar hate avêtin û berxwedana xwe ya 215 rojan 13 roj in bi greva birçîbûnê didomîne got, “Ji xeynî greva birçîbûnê tu rê ji me re nehiştin."

Turan Çîl ê ku ji ber ku li dijî kêm dayîna mûçeyên ji Şaredariya Beşîktaş ya CHP’ê bi awayekî bêhiqûq hate avêtin, berxwedana xwe ya 215 roj in, 13 roj in bi greva birçîbûnê didomîne. Turan Çîl ê ku ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku meh in tu muxatabekî nabîne û anî ziman ku wekî çareya dawî dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Turan Çîl anî ziman ku ew ji karê xwe ya 6 salan a li beşa tomarkirina belgeyan a girêdayî Midûrtiyeta Karên Nivîsê ya Şaredariya Beşîktaşê, bi peyama SGK’ê ya li ser telefinê hatiye derxistin. Çîl anî ziman ku her çiqas di peyama ji SGK’ê hat de krîza aborî û teserûf wekî hincet hatiye diyarkirin jî, ew ji ber lêgerîna mafê xwe bi hevkariya rêveberiya şaredariyê û sendîkaya Genel-Îş’ê ji kar hatiye avêtin. Çîl destnîşan kir ku rêveberiya şaredariyê ku wî bi hinceta krîza aborî ji kar derxistine, lê nêzî 100 karmend girtiye û wiha got, “Bila Şaredariya Beşîktaşê ya CHP’ê xwe wekî demokrat nîşan bide, lê rastî ew e dixwazin kes mafê xwe negere û li dijî desteserkirinên mafan dernekeve. Ji ber ku li dijî kêm dayîna mûçeyan rabûm, bi peyamekî ji kar hatim avêtin. Dema ku min dest bi berxwedanê kir, rêveberiya şaredariyê gazî min kir û got, “Wîjdana me dest neda. Keça xwe bigere û mizginiyê bide” min mijûl kirin. Armanca wan bidawîkirina berxwedanê bû. Lê piştî ku min fêm kir min mijûl dikin û min dîsa dest bi berxwedanê kir, cîgirê şaredar Rasim Şîşman telefona min kir û wiha li xwe mikur hat, ‘Ji ber ku te sendîkayê hişyar kir û neçarî grevê kir, me te ji kar avêt.’

  Çîl destnîşan kir ku ew meh in li pêşiya şaredariyê li ber xwe dide, lê muxatabek nedîtiye. Çîl anî bi bîr xist ku ew tevî Cem Devran Çîftçî û Ugur Gulen re ku wekî wî bi awayekî bêhiqûq ji Şaredariya Beşîktaşê ji kar hatine derxistin, dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha got, “Ji bo ku em dengê xwe bidin bihîstin, tu rêyekî din nehiştin. Greva birçîbûnê bû çareya me ya dawî. Kesên ku îro vê neheqiyê li me dikin, dema ku diçin malê dikarin bi rehet birazin? Em êdî dixwazin ev pirsgirêk tavile çareser bibe, em karê xwe dîsa dixwazin.”