Li ser biryara Ocalan-2 a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 12 sal derbas bûye û tevî vê yekê jî dewleta Tirk hê jî ev biryar bicih neaniye. Her wiha, biryara DMME’yê ya derbarê “mafê hêviyê” de jî, ku ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê şopandin, heta niha nehatiye bicihanîn. Têkildarî vê mijarê û naskirina mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajansa me ANF’ê re axivîn.
‘EM HETA DAWÎ PIŞTEVANÊ VÊ PÊVAJOYÊ NE’
Evîn Taş got ku pêvajoya niha ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e. Evîn Taş, diyar kir ku bi têkoşîna Rêber Apo re hebûna gelê Kurd îro tê nîqaşkirin û got ku pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin li cîhanê deng veda.
Evîn Taş got, “Heta niha tenê ji aliyê Rêbertî ve gav hatine avêtin. Divê mafê hêviyê û şertên hiqûqî yên pêwîst bên pêkanîn da ku Rêber Apo bikaribe di pêvajoyê de rola xwe bi awayekî çalak bilîze. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neyê misoger kirin, encameke rast nayê bidestxistin.”
Evîn Taş her wiha bal kişand ser kaosa li Rojhilata Navîn û got ku azadiya civakan bi azadiya Rêber Apo re girêdayî ye û bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan kir ku ji bo pêkanîna mafê hêviyê gavên lezgîn bavêjin.
‘MAFÊ HÊVIYÊ MAFÊ HEMÛ GIRIYAN E’
Kerîma Qewalî jî anî ziman ku Rêber Apo 27 sal in di bin şertên giran ên tecrîdê de ye û got ku mafê hêviyê divê ji bo hemû girtiyên siyasî were pêkanîn.
Kerîma Qewalî got: “Em ji bo Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî daxwaza mafê hêviyê dikin. Azadbûna Rêber Apo dê bibe mîsogeriya azadbûna hemû girtiyan. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bê Rêber Apo nikarin bigihîjin azadiya xwe.”
Kerîma Qewalî, da xuyakirin ku tevî ku du sal in pêvajo hatiye destpêkirin jî, ji aliyê dewleta Tirk ve hêj tu gav nehatiye avêtin. Kerîma Qewalî, got ku gelê Mexmûrê dê heta dawiyê şopdarê Rêber Apo û şehîdan be û her berpirsyariya ku bikeve ser milên wan pêk bîne.