BI DÎMEN

Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer îstifa kir

Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer 2 sal piştî wezîfeya xwe ji lîderiya Partiya Karker (Labour) îstifa kir.

Keir Starmer roja Duşemê daxuyanî da û anî ziman ku wî biryar wergirtiye ku ji lîderiya Partiya Karker cuda bibe. Starmer diyar kir ku serê sibehê bi Charles ê 3'yemîn re hevdîtin kir û biryara xwe jê re ragihand.

Starmer ji rêveberiya partiyê xwest, ku teqwîma pêşbirka lîderiya nû diyar bike û anî ziman ku serlêdanên ji bo namzetiyê wê 9'ê Tîrmehê destpê bike û ev pêvajo beriya parlament bikeve bêhndana havînê wê temam bibe. Bi vî rengî tê payin ku lîderê nû meha Îlonê beriya vebûna parlamentê dest bi wezîfeyê bike.

SOZA PIŞTGIRIYÊ JI BO LÎDERÊ NÛ

Starmer ragihand ku ji bo pêvajoya destberdana ji wezîfeyê bi rêk û pêk bi cih bê wê bixebite û diyar kir ku wê piştgiriya tam bide serokwezîrê piştî wî.

Starmer diyar kir ku Îngilistan li gorî 2 sal berê welatekî hîn xurt û adil e û ji ber wezîfeya wan spasiya hevalên xwe yên kar, personelên hikumetê û wezîfedarên cemaweriyê kir.

TÊKÇÛNA LI HILBIJARTINÊN XWECIHÎ LEZ DA PÊVAJOYÊ

Zexta li ser Starmer piştî windahiya giran a Partiya Karker a li hilbijartinên xwecihî ya meha Gulanê zêde bûbû. Di hilbijartinan de Reform UK a rastgiriya tund a bi pêşengiya Nigel Farage serketineke girîng bi dest xistibû.

Di nava Partiya Karker de herî kêm 72 wekîlan ji Starmer xwest ku ji wezîfeya xwe îstifa bike yan jî teqwîmekê diyar bike. Hate ragihandin ku hin wezîran îstifa kirin û zexta li ser lîder zêde kir.

ANDY BURNHAM WEKE FAVORÎ TÊ NÎŞANDAN

Piştî Starmer, tê gotin ku namzetê herî xurt ê ji bo lîderiya partiyê û Serokwezîrtiyê Andy Burnham e.

Burnham ku ji sala 2017'an û vir ve wezîfeya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Manchesterê dike, di hilbijartinên çend roj berê de ji herêma Makerfieldê weke palamenter hate hilbijartin.

Burnham ku weke "Qralê Bakur" tê pênasekirin, di kampanya hilbijartinê de gotibû ku dixwaze Partiya Karker û welêt biguherîne.

Burnham ku beriya niha di salên 2010 û 2015'an de ji bo lîderiya Partiya Karker li ber xwe da, li gorî lêkolînên li nava raya giştî weke yek ji siyasetmedarên herî populer ên welêt tê dîtin.