BI DÎMEN

Fermandar û şoreşgerê Neteweya Demokratîk: Şehîd Elaa Hesekê

"…Carna wêneyên zarokên xwe nîşanî hevalan dida. Dema ku ji wî dipirsiyan gelo bêriya zarokên xwe nake, bersiv dida û digot 'Em hemû tiştî ji bo azadiya wan zarokan dikin'."

Dîrok careke din nîşan da ku xwerêvebirin û xweparastin mafên herî bingehîn ên mirovahiyê ne. Şoreşa Rojava dengê xwe gihand hemû cîhanê û bû navenda hevgirtina gelek netewe, bawerî û çandan. Axa Rojava bû qada pêşvebirina fikra Neteweya Demokratîk, pergala civaka demokratîk, têkoşîna azadiya jinan û hevjiyana gelan.

Li Mezopotamya û Rojhilata Navîn di dirêjahiya dîrokê de gelek kesayetên efsanewî derketine ku bi berxwedana xwe navê xwe di dîrokê de nivîsandine. Yek ji wan jî fermandarê efsanewî şehîd Ezîz Ereb bû; pêşeng û şopdarê fikra Neteweya Demokratîk. Weke Omer Muxtar, teslîmiyet qebûl nekir û bû nimûneyek ji bo nifşên pêşerojê.

Li Rojavayê Kurdistanê gelek berxwedêr, fedaî û pêşeng hene ku li dijî dagirkerî û desthilatdariyê têkoşîn kirine. Ew kesên ku bêyî ferq xistina navbera netewe, ziman an nasnameyan, li ser axa xwe berxwedan kirine û heta dawî ji bo parastina gel û welatê xwe şer kirine. Gelek têkoşeran li dijî feraseta ‘em ê fetih bikin, em ê we tine bikin’, serê xwe  natewandine û teslîmiyet qebûl nekirine, heta hênaseya xwe ya dawiyê parastina ax û welatê xwe kirine, parastina hebûn û nasnameya xwe kirine.

REMZEKE FEDAÎTÎ Û BAWERIYÊ BÛ

Yek ji wan têkoşeran jî şehîd Elaa Hesekê bû, ku navê wî yê şoreşgerî Xidir Hisên bû. Ew di 17’ê Çileya 2026’an de li Heqil El-Sewara ya Reqayê, di berxwedana li dijî êrişên komên Şamê de, ji bo parastina maf û hebûna gelên Rojava şahîd bû. Şehadeta wî bû remzek ji fedayîtî, hevaltî û baweriyê.

Hevrêyê wî Rizgar Tiltemir, behsa hevaltiya xwe ya bi şehîd Elaa Hesekê re kir:

“Ez di sala 2024’an de tevlî Tugaya Şehîd Adar bûm. Dema ku min di şerê Sêdê Tişrînê de kar û xebat dikir, piştî demek kurt Heval Elaa Hesekê weke fermandarê tugayê hate cem me. Ji roja yekem ve me hev nas kir û di navbera me de hevaltiyek xurt ava bû.

Heval Elaa ji neteweya Ereb bû û ji bajarê Hesekê hatibû. Dema ku mirov wî nas dikir, bi lez fêm dikir ku ew kesayetekî taybet e. Tevgera wî, axaftina wî û awayê nêzîkbûna wî hemû cûda bûn. Ew ji dil û can bawermendê şoreşê bû. Rûxmê ku fermandar bû, lê tu caran xwe ji hevalan cûda nedigirt. Di heman taburê de radiza, di heman şertan de dijiya û her tim di nava şervanan de cih digirt. Ji ber vê yekê hemû heval gelek jê hez dikirin û rêz lê digirtin. Ew li ser xeta Rêber Apo kesekî mutewazî bû û bi jiyanê ve gelek girêdayî bû.

BAWERIYA WÎ YA BI ŞOREŞÊ RE

Şehîd Elaa Hesekê zewicî û xwedî zarok bû. Carna wêneyên zarokên xwe nîşanî hevalan dida. Dema ku ji wî dipirsiyan gelo bêriya zarokên xwe nakî, bersiv dida û digot “Em hemû tiştî ji bo pêşeroja wan zarokan û ji bo azadiya wan dikin.”

Heval Elaa bi naskirin û baweriyek kûr tevlî refên şoreşê bû. Fikra Rêber Apo nas kiribû û dixwest her roj xwe di fikra Rêber Apo de pêş bixe.

BERXWEDANA HEQIL EL-SEWARA

Dema ku şer li Heqil El-Sewara destpê kir, heval Elaa bi çend hevalan re li eniyê cih girtibû. Li wir biryara berxwedanê hat dayîn. Ji fermandariyê re dibêje, “Em ê weke Omer Muxtar lingên xwe li vir girê bidin û şer bikin. Em ê teslimiyetê qebûl nekin, gav paşde neavêjin.” Qasî rojekî berxwedan dom kir. Hevalên li gel heval Elaa Hesekê min nas nedikir, lê hevalekî din jî yê Ereb li gel wî bû. Qasî rojekî şer dikin. Piştre dîmenê heval Elaa Hesekê derxistibûn, çeteyan belav kiribû.

Piştre çeteyan telefona heval Elaa bi dest xistin û gotin, ew dizanin ku ji Hesekê ye û ji neteweya Ereb e. Bang li wî kirin ku teslîm bibe, lê wî qebûl nekir.

Li hemberî bangên teslîmiyetê wiha bersiv da: “Hûn ruhê Apoyî û fedaîtî nas nakin.” Ji bo rûmet, hebûn û baweriya xwe ya bi Neteweya Demokratîk, dev ji çeka xwe bernade û teslimiyetê qebûl nake. Di wê pêvçûnê de heval Elaa Hesekê ji bo parastina hebûn, rûmet, nasnameya xwe û baweriya xwe ya neteweya demokratîk heya hênaseya xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer dike û şehîd dibe. Demekî cenazeyê wî li wir mabû, lê ji bo heval Elaa Hesekê merasîm hat lidarxistin. Şahadeta heval Elaa Hesekê rastiyeke bi êş bû. Dema ku me bihîst ku şehîd bûye, ji aliyekê de jî me hêz girt ku hevalekî ji neteweya Ereb bû. Bi fikir û ramanên Rêber Apo bawer kir, bi armancê xwe ve girêdayî bû. Dixwest bibe mîlîtanekî Rêbertî û dozê. Şehadeta her hevalek dihêle em soza xwe ya li beramberê nirxên şehîdan careke din nû bikin û di doza xwe de israr bikin.

MÎRASEKE NEMIR HIŞT

Şehadeta heval Elaa Hesekê bi êş bû, lê di heman demê de bû çavkaniya hêz û îradeyê. Ew nimûneyek bû ku çawa mirovek ji neteweya Ereb dikare bi baweriyek kûr tevlî şoreşa azadiyê bibe û ji bo armancên xwe heta dawî li ber xwe bide.

Di nav civakê de jî gelek dihat hezkirin. Dema ku diçû serdana malbatan, gelek kesan digotin: “Melekek hatiye mala me.” Bi dilpakî, rêzdarî û xweşikahiya kesayetiya xwe cihê taybet di dilê gel de ava kiribû.

Di şexsê şehîd Elaa Hesekê de gelek hevalan şehîd Ezîz Ereb didîtin. Ew kesayetekî dilsoz, fedakar û hevaltiyê bû. Hez ji parvekirinê dikir û her tim li gel hevalên xwe bû.

Yek ji tiştên here zêde jê hez dikir girtina masiyan bû. Dema ku masî digirt, wan di navbera hemû hevalan de parve dikir. Her tim digot: “Divê em masî bigirin û ji bo şervanên nû bişînin, da ku tenduristiya wan baştir bibe.” Her çend demeke kurt me bi heval Elaa Hesekê re jiyan kir, lê kesayetiya wî di bîra me de wê her tim zindî bimîne. Şehadeta wî giran bû, lê naskirina kesayetekî weke wî ji bo me cihê şanaziyê ye.

Şehîd Elaa Hesekê wê her tim wek remza pêşengtiyê, fedayîtî û berxwedanê di bîra heval û gelê xwe de bimîne."