Desteya Ragihandinê ya YNK’ê di derbarê biryara Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê ya ji bo girtina rojnamevan Ehmed Necim û Bijar Debax de got: “Biryara Wezîrê Karên Hundir biryarek hizbî ye neku hikûmî ye. Biryareke ku azadiya çapemeniyê sinordar dike. Em daxwaz ji Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl dikin ku li dijî bicihanîna van biryaran bêdeng nemînin.”
Li gor nivîsek fermî ya Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku roja 7’ê Gulana 2026’an bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir Rêber Ehmed hatiye derxistin, fermana girtinê ji bo Serokê Desteya Rêveber a Kanal 8 Ehmed Necim û pêşkêşkarê kanalê Bijar Debax hatiye dayîn. Duh ew biryar ji raya giştî re eşkere bû, têkildarî biryara girtina rojnamevanan, Desteya Ragihandinê ya YNK’ê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de Desteya Ragihandinê ya YNK’ê fikarên xwe li ser biryarê nîşan da û got: “Biryara girtinê ya rêvebir û medyakarekî diyar yê Kanal 8, biryarek hizbiye û azadiya çapemeniyê sinordar dike.”
Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin: “Ev biryar berovajiyê yasaya hejmar 35 a sala 2007 ya karê rojnamevanî ya Herêma Kurdistanê ye. Her wiha li dijî rênmayiyên sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê ye. Li gor yasayê nabe rojnamevan bêy nûnerê sendîkayê bangî îfade girtinê jî bê kirin, neku biryara girtinê jêre bên derxistin.”
Her wiha hatiye gotin: “YNK van biryarên bi vî rengî wek rêkarek nû ya ji bo bêdengkirina hemû rojnamevanên ku li ser dosyên gendelî û kêmaniyan nûçe, raport û agahiyan belavdikine ye. Ev biryara wezîrê karê hundir bazdana di ser yasa û pîvanên rojnamevaniyê ya li Kurdistanê, dadgeh û wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ye. Ev biryar zêdetir biryarek hizbî ye neku hikûmî ye.”
Di dawiyê de jî Desteya Ragihandinê ya YNK’ê bang li Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl dike ku li dijî biryarê bêdeng nemînin û rê li ber bicihanîna biryarê bigrin.