Azadiya Rêber Apo li Massachusettsê di konferansekê de hate nîqaşkirin
Li Zanîngeha Massachusetts Amherst a li DYE'yê di konferanseke navneteweyî de azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî hate nîqaşkirin.
Li Zanîngeha Massachusetts Amherst a li DYE'yê di konferanseke navneteweyî de azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî hate nîqaşkirin.
Li University of Massachusetts Amherst a li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ( DYE), ji aliyê "Hewldana Karên Berxwedanê" ve dawiya vê hefteyê konferanseke navneteweyî hate lidarxistin.
Akademîsyen, aktîvîst û pisporên ji tevgerên civakî yên ji welatên cuda beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de astengiyên li pêşiya aştiya li herêmên şer û derfetên çareseriyê hate nîqaşkirin.
Bi navê Kurdan ji KNK'ê Esreen Ghadri beşdarî konferansê bû. Esreen Ghadri li ser polîtîkayên têkildarî girtiyên siyasî yên dewletan ên li pêşberî têkoşînên civakî pêşkêşiyek kir.
Esreen Ghadri di pêşkêşiya xwe de bal kişand ser sîstema tecrîdê ya li ser Rêber Apo, girtina aktorên siyasî yên li Tirkiye, Îran û herêmên cuda yên cîhanê û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan.
Esreen Ghadri destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo wê di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî roleke girîng be û qala nirxandin û hewldanên wî yên ji bo aştî û demokrasiyê kir.
Esreen Ghadri her wiha bal kişand ser girîngiya hewldanên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd.
Yek ji beşdarên konferansê John Holloway bû ku bi karên xwe yên li ser fikrên Rêber Apo û piştgiriya ji bo înîsiyatîfa navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo tê naskirin.