BI DÎMEN

M. Nurî Avras û Seyfettîn Xelef ên li Tetwanê şehîd bûn, hatin bîranîn

Gerîlayên PKK’ê M. Nurî Avras (Şahîn) û Seyfettîn Xelef (Birîn) ên ku 26’ê Hezîrana 1996’an li navçeya Tetwan a Bedlîsê di şer de şehîd bûn, di salvegera şehadeta xwe de li ser gorên xwe hatin bîranîn.

M. Nurî Aras (Şahîn) û gerîlayê Rojavayî Seyfettîn Xelef (Birîn) li ser gorên xwe hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li goristana li Taxa Karşiyaka ya Tetwanê hate lidarxistin. Nazîme Avras ku hevjîna M. Nurî Avras e, Dayikên Şehîdan, rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û xizmên malbatê beşdarî merasîmê bûn.

Hevjîna M. Nurî Avras, Nazime Avras li ser gora hevjînê xwe axivî û got, di bîranîna şehîdan de axaftin zehmet e.

Nazime Avras got, “Van hevalan ji bo siberoja gelê Kurd têkoşîn meşand û jiyana xwe danîn holê. Em Heval Şahîn, Heval Dilbirîn, Heval Hozan Mizgîn û hemû şehîdên Kurdistanê, bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Nazime Avras ev tişt jî got, “Carekê min jê re got, ‘tu çima di nava van karan de yî, zarokên te hene’. Wî jî ev bersiv da, ‘tenê zarokên me nînin, zarokên bi hezaran mirovan hene. Ev têkoşîn têkoşîna wan jî ye, ne tenê ya me ye’.

Rojeke din zanîbû ku derbarê wî îxbar hatiye kirin. Wê demê ji min re got, ‘êdî encex cenazeyê min were Tetwanê. Ez êdî bi zindî nikarim vegerim Tetwanê’. Digot, wê demek nêz tevlî şer bibe. Her wiha gotibû, ‘ez li kuderê jiyana xwe ji dest bidim jî, divê gora min li Tetwanê be’. Ji ber ku bi hezkirineke mezin girêdayî Tetwanê bû.”