Temenekî di oxira heqîqetê de: Bayram Balci
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Bayram Balci piştî demeke dirêj a ji berxwedana li hemberî nexweşiyê jiyana xwe ji dest da û bi fîzîkî ji nava me çû. Lê belê ew tenê ji aliyê fîzîkî ve ji nava me çû. Ruhê wî, manewiyat û fikrên wî; di nava rojnamevantiyê de, di nivîs, helbest û heqîqetê de wê her dewam bike.
Bayram Balci weke şoreşger, rojnamevan, helbestvan, senarîst, Kurd, Elewî û mirovekî kedkar ne tenê mirovekî pîşeyî bû; di heman demê de bi jiyana xwe hevrêyek bû ku seknek temsîl dikir. Di vê serdema barbar û hov de ku mirovahî li ber tinebûnê ye, nirxên madî li pêşiya her tiştî ye, ew mirovek bû ku nirxekî mezin ê manewî hildigirt.
Wateya mirovbûnê û şêweyê wê yê jiyanê ne tenê bi gotinên xwe; bi helwesta, têkilî û pratîka xwe ya jiyanê nîşan dida. Madiyat, nirxên madî û jiyana şexsî ji bo wî ti carî nebû pîvana bingehîn. Ew xwedî feraseteke welê ya jiyanê bû ku girîngî dida têkiliyên mirovan, ked, piştevanî û heqîqetê. Ne tenê parastina vê ferasetê dikir; di her kêliya jiyana xwe de bi wate dikir.
Bayram Balci şoreşgerekî hêjayî van sifetan bû. Her kes dibêje, ew xwedî ruhekî feda û fedakariyê yê mezin bû. Em vê yekê ne tenê ji bo pesindayinê dibêjin, bi mînakên ji jiyanê û şênber dibêjin.
Ji ber ku Çapemeniya Azad û çapemeniya Kurd bi berdêlên mezin xwe gihand vê astê. Ji bo rastiyan ronî bike jiyana xwe danîn holê. Li ser bîranîn, ked û têkoşîna wan rojnamevanên ciwan mezin bû ku di vê oxirê de hatin qetilkirin.
Yek ji wan kesayetên ku di nava xwîn û wêdanê de xwedî li kevneşopiya Çapemeniya Azad derket, bi pêş xist û gihand vê astê Bayram Balci bû.
Yek ji wan bû ku dema cenazeyên kedkarên çapemeniyê yên ciwan hate rakirin soza xwedîderketina li bîranîna wan da, soz da wan û bi biryardariya xwedîderketina li vê kevneşopiyê meşiya. Bû yek ji nûnerên herî fedakar ên kevneşopiya Çapemeniya Azad ku bi Mazlûm Dogan destpê kir, bi Apê Mûsa dewam kir û di salên 1990'î de bi berdêlên gelekî mezin hate meşandin.
Bayram Balci di salên 1990'î de dest bi rojnamevantiyê kir û heta nefesa xwe ya dawî dewam kir. Ji Rihayê heta bi Stenbolê piştre jî ber bi Ewropayê, di Medya Haber û televîzyonên Kurd ên beriya wê de bi rengekî çalak cih girt.
Weke rojnamevanekî şoreşger soza ku dabû Mazlûm Dogan, Apê Mûsa, Gûrbetellî, Denîz, Nazim û şehîdên din ên çapemeniya azad bi cih anî. Ti carî xiyanet li têkoşîn û mîrateya wan nekir.
Gelek mirov dema ku xwe digihînin Ewropayê dest ji Çapemeniya Azad berdidin û bi pey jiyaneke şexsî dikevin. Lê belê Bayram Balci tercîha xwe li aliyê rastiyên gelê xwe, çapemeniya azad û hevrêyên xwe kir. Gava ku gihîşt Ewropayê yekser tevlî nava refên Çapemeniya Azad bû.
Bi gotina "Min doz da wan, ez ê wan bi tenê nehêlim" ev têkoşîn dewam kir.
Li gel nexweşiya xwe, li gel nexweşiya giran a bi navê kanserê, li gel tedawiya giran a dermanan û li gel ku van dermanan bedena wî di asta ku bêhnê biçikîne westan, xwe ji kar neda alî. Weke edîtorê servîsa çandê wezîfeya xwe dewam kir. Dema ku ji bo tedawiyê çû Kubayê jî ji rojnamevantiyê qut nebû; nûçe çêkir, hilberand û rastî ronî kir.
Demekê weke xebatkarên çapemeniya azad me jê re got ku nexweşiya wî giran bûye, divê hinekî bêhnê vede û hefteyê carek, du caran bê saziyê jî têrê dike. Lê belê nexwest vê qebûl bike. Piştre me jê re ragihand ku li nava saziyê dibe ku nexweşiya wî girantir bibe, lewma divê li malê bixebite û ew jî neçar ma ku vê qebûl bike.
Lê belê derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Digot, "Ez naxwazim ji hevalên xwe qut bibim. Mesele ne tenê çêkirina nûçeyan, edîtorî ye; ya esasî ew e ku li nava saziyê bi rengekî kolektîf bixebite û rastiyan li ser bingeheke rast ronî bike."
Bayram Balci ev bû.
Ya ku ew cuda û hêja dikir ev hesta berpirsyarî û dilsoziyê ya heta kêliya dawî bû.
Dixwazim bi bîranîneke xwe vê nivîskar kurt biqedînim.
Li ser israra hevalekî li çapemeniyê piştî ku min pirtûka 'Mavî Rîng' (Rîng a Şîn) temam kir û hate weşandin, hin hevalan gotin, çêkirina fîlmê pirtûkê wê gelekî hêja be. Yê ku destpêkê hat bîra min Bayram Balci bû.
Bayram wê demê li Tirkiyeyê bû, ez jî li Ewropayê bûm. Min pirtûk jê re şand. Piştre min bihîst ku li gel Omer Leventoglû ev kar derbasî sînemayê kiriye.
Ev bûyer bi serê xwe mînakek e ku nîşan dide, Bayram Balci ne tenê rojnamevantî dikir, di heman demê de bala xwe li ser çand, huner û hişê civakî bû.
Belê li pêşberî keda bê dawî, biryardariya bê dawî, dilsoziya bi heqîqetê û hezkirina ji mirov a Bayram Balci hezkirin û hurmetên xwe pêşkêş dikim.
Di serî de malbata hêja ya Bayram Balci sersaxiyê ji hemû xebatkarên Çapemeniya Azad, dost, hevrê û gelê Kurdistanê re dixwazim. Bi hurmet û hesreteke mezin wî bi bîr tînim.
Soz rûmet e.
Em ê rûmetê binpê nekin.