Li Belçikayê 4 gerîlayên YRK’ê ku li Mihabadê şehîd bûn, hatin bibîranîn

Li bajarê Antwerpen a Belçîka çar gerîlayên YRK ku di 28'ê meha borî de di encama êrîşên hovane ya rejîma Îranê de bi awayeke lehengane heya fîşeka xwe ya dawî bi berxwedaniyeke mezin şer kirin û şehîd bûn, ji hêla Kurdistaniyan ve hatin bibîranîn.

Li bajarê Antwerpen a Belçîkayê, çar gerîllayên YRK (Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê) Zarîn Akbaş (Arjîn Garzan), Perestû Sefayî Pur (Cîhan Sîrwan), Xelîl Çîçek (Bawer Cûdî) û Resûl Yêgane (Şahan Gabar) ku di 28’ê meha Hezîranê de di encama pevçûnan de şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasima bîranînê ku ji hêla saziya malbata şehîdan KOMAV ve hatibû amadekirin, danê nîvro saet 14:00'an destpê kir. Di bîranînê de quncikekî ku ji wêneyên her çar hevalên şehîd û her wiha wêneyên şehîden ji partiyên dîtir a rojhilatê Kurdistanê ku ew jî di heman deman de di encama xefika hêzên çekdar a ser bi Rejîma Îranê ve jiyana xwe ji dest dabûn pêk dihat, hatibû çêkirin.

Merasima bîranê bi deqeyekî rêzgirtinê destpêkir. Li ser navê Partiya PJAK’ê Siyamend Moînî axaftin kir û wiha got; “Ez di serî de li ser navê xwe û tevgerê sersaxiya xwe diyarî malbatê şehîdan dikim, her gelê ku ji bo azadiya xwe têkoşîn dike, bêguman hêjartirîn zarokên xwe dike berdêl. Ew xwîna ku li himber dagirkeran hatiye rijandin, wê tu car li erdê nemîne. Her weke dizanin Kurdistan ber bi serdemeke nû diçe, êdî her çar dewletên dagirker yên weke Îran, Tirkiye, Suriye û Iraq bi hişmendiya xwe yên beriya sed sala nikarin li herêmê domdar bin. Ji ber vê çendê jî li her çar hêlên welat, çi bi serê xwe û çi bi komî be, divê em bi hev re berbi azadiyê ve bimeşin.”

Muînî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Weke dizanin Îran li herêmê bûye armanca êrîşa hêzên ku dixwaze li herêmê serdest be. Weke sîstemeke totalîter dîktator ya di bin navê dîn de bi tu awayî azadiya gelan an kesî nas nake, bi vê rewşa xwe ya îroyî ku rezîl û şerperze ye, rexmî vêya jî naxwaze ew azadiya ku ji bo gel pêwîste, gav bavêje. Her gav ber bi tunebûna xwe ve davêje. Di vê rewşê de bê guman avakirineke alternatîfa rejîma heyî pêwîstiyeke pir mezine. Gelê Kurd li Rohilatê Kurdistanê vêya nîşan daye ku dikare bi nîşandana xwe dikare ji bo tevayî gelên li herêmê bibe rênîşander, ev yek di serhildana "Jin Jiyan Azadî" de eşkere derket. Rewşa niha ji me re diyar kir ku lazim bû ku ji zûve yekîtiya sazî û partiyên Kurdistanî bihata avakirin. Divê bi awayekî lez yekîtiya gelê Kurd were avakirin, heger wiha nebe, wê tev zirar bibînin. Em xwe xwedî tevayî wan şehîdan dibîn ku di oxira azadiya welat de têkoşîn dikin û can didin, heval û rêhevalên me ne.  Di heman dema ku 4 gerîlayên Kurdistanê di şereke li hember dagirkeriyê de bi qehremanî şehîd ketin, di heman demê de 6 pêşmergeyên ser bi hîzba Demokrat a Îranê ketin xefika heman dijmînî û şehîd ketin. Ev şehîd dikarin peyam û sembola avakirina hevpeymanî û yekitiyeke hevbeş a gelê Kurd li rojhilatê kurdistanê.”

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî di bîranînê de axivî û wiha got, “Em di kesayetiya wan hevala de tevayî şehîd û ew kesên ku di oxira azadiyê de canê xwe ji dest dane, bibîr tînin. Siyaseta dorpêç a her çar dewletên dagirker, hewildana xurtkirina xeta îxanetê ku ji serdema Arpagos ve dewam dike, divê were şikandin. Gel bi daxwaza gihana azadiyê li ser bingeha azadiya jinê di nava têkoşînekî mezin de ye. Li ser bingeha azadiya gelan, naskirina nasnameya gelan û baweriyan divê xwe wisa bike hêz û di serî de ji xwe bibawer be. Heger dewlet bizanibe ku wê bi rêbazên xwe yên hovane wê li dijî gelê Kurd encam bigre, wê heya qiyametê jî destê aştiyê dirêjî gelê Kurd û Rêber Apo nake. Tiştê ku dewlet neçarî anîna ser maseyê kiriye, îradeya berxwedanê a gelê Kurd û xwîna şehîdane. Îro li kîjan beşê Kurdistanê livandinek an planeke here biçûk jî bandoriya xwe li ser tevayî Kurdistan û herêmê dike, ev yeke bi saya berxwedana gelê Kurd çêbûye. Emerîka, Îsraîl, Îran çi dikin bila bikin, xwestin weke berê Kurdan ji xwe re bikin şervan û bikar bînin, êdî Kurd şervanê xwe ye, li her derê dema çareseriya pirsgirêka Kurde. Ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê me bi yekîtiyeke xurt heye. Em ji bo ku destê Rêber Apo xurt bikin, divê ji her demê bêhtir di nava têkoşînê de bin, ev pêvajo ne tenê ji bo bakure, bandoriya xwe li her çar hêlên Kurdistanê hebe, dijmin bi hev re hevgirtineke mezin li dijî gelê Kurd kirine.

Di berdewamî li ser navê tevgera jin û saziya malbatê şehîdan Dayê Sultina axaftin kir û wiha got; “Ez di serî de Dayika Aştiyê Bahar Bîlge birbîr tînim. Wê bi jiyana xwe gelek berdêlên giran dan. Xwedî gelek şehîdane. Em îro bi saya wan şehîdan li welatên biyanî têne gel hev, lazime ev bi avayeke pir xurt xwedî li vê nirxa mezin derbikevin.

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna her çar şehîdan hatibû amadekirin, hate nîşandan.

Merasima bîranînê ku ji hêla saziya malbata şehîdan KOMAV ve hatibû amadekirin, danê nîvro seet 14:00'an bi danîna wêneyên her çar hevalên şehîd û her wiha daîna wêneyên şehîden ji partiyên dîtir a rojhilatê Kurdistanê ku ew jî di heman deman de di encama xefika hêzên çekdar a ser bi Rejîma Îranê ve jiyana xwe jidest dabûn, hatibûn danîn. piştî nîşandana sînevîzyonê gelek dirûşmeyên "Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî û Birjî Serok APO" bidawî bû.