'Di meseleya Kurd nîqaşa esas çek nîne, şêwazê avakirina çarçoveya nû ya siyasî ye'

Hişyar Ozsoy diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi nêzîkatiya çek danînê çareser nabe û got, “Ev ne meseleyeke hêsan a çek danînê ye; parametreyên çarçoveya siyasî ya siberojê wê di vê qanûna kok de bê diyarkirin.”

Siyasetmedar Dr. Hişyar Ozsoy ji ANF’ê re nirxandin kir ku destnîşan kir ku di pirsgirêka Kurd de çareseriyeke mayînde, encex bi ‘qanûna kok’ a ku îrade û rûmeta gelê Kurd çavdêr dike, pêkan e.

Ozsoy diyar kir ku Civîna Bilind a NATO’yê ya li Tirkiyeyê, di demeke girîng de hate lidarxistin û destnîşan kir ku civînên wiha yên stratejîk û navneteweyî, beriya 3-4 salan tên plankirin. Ozsoy got, ti eleqeya rasterast a bernameya plansaziya civînê bi rojeva navxweyî ya Tirkiyeyê re nîne, biryar sala 2023’yan hate dayîn û ev berhemê amadekariyeke 3 salan e.

Ozsoy bilêv kir ku malûvaniya civînê, meşrûiyeta navneteweyî û qada dîplomatîk ji desthilatdariyê re vekirî ye û anî ziman ku di esasê nêzîkatiya bloka Rojava ya ji bo Tirkiyeyê de, fikarên pragmatîk hene. Ozsoy bal kişand ser krîza pêkanînê ya navbera mutefîkan û diyar kir ku Enqere vê pêvajoyê weke roleke dîplomatîk bi kar tîne.

Ozsoy diyar kir ku di polîtîkaya derve ya Enqereyê de guhertineke girîng çêdibe û got, piştî guhertina rejîmê ya li Sûriyeyê, di aliyê siyaseta herêmî de pêdiviya Tirkiyeyê mîna berê bi Rûsyayê nemaye.

Ozsoy ragihand ku di pêvajoya li pêşiya me de îhtimal heye li Rojhilata Navîn guhertin û pevçûnên cidî, çêbibin û destnîşan kir ku rageşiya navbera Îran û Îsraîlê wê di dema pêşiya me de dewam bike. Ozsoy got, hingî ku ev rageşî bidome Kurd wê hem li Îranê hem jî li Rojhilata Navîn timî dînamîkek siyasî ya girîng bin.

Ozsoy bal kişand ser geşedanên li Sûriye û Rojava jî û diyar kir ku hemleyên ji bo navendîkirina Şamê, destkeftiyên gelên herêmî hedef digirin.

Ozsoy destnîşan kir ku ji ber guhertinên li Iraqê û bandorên şerê Îranê, Başûrê Kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û got, “Bêistiqrariya siyasî ya hundir dewam dike. Lê di demên dawî de bendewarî zêde bûne ku di navbera PDK û YNK’ê de nêzîkbûnek çêbibe.”

Ozsoy li dijî xeteriyên ji ber parçebûna navbera hêzên Kurd çêbûne, banga yekîtiya neteweyî kir û destnîşan kir ku eger êrîşeke cidî biqewime, di halê hazir de wisa dixuyê ku Başûr nikare xwe biparêze. Ozsoy got, “Em hêvî dikin ew jî ji van şerên herêmî ders derbixin û pirsgirêk û nakokiyên xwe yên navxweyî li aliyekê bihêlin, têkildarî yekîtiya siyasî hewldaneke zêdetir raber bikin. Ne şerê Sûriyeyê qediyaye, ne bêistiqrariya li Iraqê bi dawî bûye, ne jî meseleya Îranê qediyaye. Em nizanin wê şerekî din ê li Rojhilata Navîn, kengê destpê bike. Her kêlî, her saniye dibe.

Lewma divê Başûr jî xwe bi rengekî pir bi lez, ji êrîşên muhtemel re amade bike. Ew êrîş wê biqewimin; mesele hinekî dem e. Em hêvî dikin ku dema ew dem hat, herî kêm amadekariyên xwe kiribin. Divê hem têkildarî yekîtiyê hem jî têkildarî tifaqên bi hêzên herêmî û navneteweyî re amadekariyên xwe kiribin.”

Ozsoy geşedanên têkildarî pêşnûmeya ‘Qanûna Çarçoveyê’ ya li Meclîsê tê nîqaşkirin, nirxandin kir û bal kişand ser gumanên têkildarî agahiyên ku li derdor tên behskirin. Ozsoy got, “Helbet, qasî ev agahî derdikevin, em dizanin û dişopînin. Ya rast ne pêkan e ku miroz bizane ka ev agahiyane çiqasê cihê baweriyê ne.

Ji dema merasîma çek danînê û vir ve salek derbas bû û di dema dawî de sebra PKK’ê jî kêm maye. Hûn dizanin, pir bi eşkere û îfadeyên tund hem ji PKK’ê hem jî ji DEM Partiyê daxuyanî hatin dayîn.”

Ozsoy destnîşan kir ku ji bo ewlehiya pêvajoyê divê muhtevaya qanûnê diyarker be û îşaret bi pêşnûmeya çareseriyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşkêşkirin, kir: “Ji dem hîn girîngtir, helbet çarçove û naveroka vê qanûnê ye. Nîqaş heye ku kesên werin wê bên darizandin yan na. Gelo wê rêyeke hevpar li Meclîsê were dîtin yan na.

Têkildarî vê yekê Abdullah Ocalan jî pêşnûme pêşniyar kirin. Ev pêşniyarên xwe pêşkêşî dewletê kirine. Hewl dide ji bo pêşketina pêvajoyê, rêyeke navîn û formulekê bibîne. Li gorî min, nuqteya krîtîk ev e: Heta niha aliyê Kurd û PKK’ê, bi sebreke stratejîk a diyar û nêzîkatiyeke polîtîk a girîng nêzî meseleyê bû.”

Hişyar Ozsoy ragihand ku divê ev qanûn li ser mantiqê serketî-binketî yan jî mantiqekî ewlekariyê neyê amadekirin û got, “Em hêvî dikin ku dewlet madeyên ku rûmet û kesayeta mirovan bişkîne, amade neke.”

Ozsoy anî ziman ku pêvajo divê tenê bi vegereke fîzîkî re neyê sînordarkirin û îfade kir ku divê qenalên siyaseta demokratîk, teqez bên vekirin.

Ozsoy diyar kir ku eger dewlet reflekseke li ser esasê tasfiyegeriyê pêş bixe, hingê wê pêvajo bixitime û got, qanûn divê tenê weke mevzûateke çek danînê neyê dîtin, siberojê wê zemînê gavên demokratîk û zagona bingehîn ava bike.

Ozsoy ev tişt jî got, “Ev ne meseleyeke hêsan a çek danînê ye; parametreyên çarçoveya siyasî ya siberojê wê di vê qanûna kok de bê diyarkirin.”