Li Romaya paytexta Îtalyayê, ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Bîranîna ku li Navenda Çanda Ararat a Romayê pêk hat, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Hevseroka Navenda Çanda Ararat Gevher Alturk di destpêka çalakiyê de axivî û bal kişand ser rola pêşeng a şehîdan di têkoşîna azadiya Kurd de. Cevher Alturk, diyar kir ku destkeftiyên îro bi saya şehîdan hatine avakirin û wiha got: "Heke em îro gihîştibin vê astê, ev bi saya şehîdan e. Em deyndarê şehîdên xwe ne û em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wan derkevin."
Siyasetmedarê Kurd Cemşît Serhad jî di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku ev berxwedan nûnertiya îradeya Kurd a li hemberî cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî dike û wiha axivî: "Ev berxwedan sembola Kurdê şoreşger e û mîraseke mezin e. Ev zihniyeta ku di kêliyên xwe yên dawî de jî xwe deyndarî gel didît, ji bo me mînaka herî mezin a têkoşînê ye. Mezinbûna vê têkoşînê û diyarkirina aştiyê ji gelê me re, tê wateya serkeftina berxwedana zindanê. Ew şoreşgerên mezin çawa ku bi baweriya deyndariyê li ber xwe dan, deynê me yê li hemberî wan jî misogerkirina Rêbertiya Azad û Kurdistaneke azad û demokratîk e."
Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Zindanan" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.