Li Stockholmê şehîdên 14’ê Tîrmehê û Dr. Qasimlo hatin bibîranîn

Li Komaleya Çanda Kurd a Stockholmê şehîdên 14’ê Tîrmehê û Dr. Qasimlo ku di 13’ê Tirmehê de hatibû qetilkirin, hatin bibîranîn.

Li bajarê Stockholmê ya Swêdê ji bo berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Dr. Qasimlo li Komaleya Çanda Kurd merasîma bîranînê hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal di bîranînê de axivî û girîngiya berxwedana 14’ê Tîrmehê ya di şoreşa gelê Kurd de diyar kir. Remzî Kartal anî ziman ku dewleta Tirk, bi hemû derfetên xwe yê şer, aborî, dîplomasî nekariye di van 40 salan de tekoşîna azadiyê têk bibe. Kartal bi bîr xist ku di vê demê de jî dewleta Tirk di her enî û qadê de tengav bû û got “Ji bona ku karibe xwe li hemberî van pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn ku diqewimin bigre, ketiye nava lêgerînekê nû. Ew dewleta Tirk ku berê yekane riya tunekirinê dabû pêşya xwe, neçar ma ku Rêber Apo muxatab bigire. Muxatab girtina Rêbertî, tê wê wateya ku gelê Kurd muxatab bigirin. Rêber Apo bi kelecanê dest avêtiye meselê da ku çareseriyekê li ser asta wekhevî ya gelê Tirk û Kurd bibîne. Di vê pêvajoyê de her çendî dewleta Tirk rêbazeke polîtîk a çareserkirinê hilbijartiye jî, dev ji  polîtîka xwe ya bêmafhiştina Kurdan bernedaye.”

Kartal wiha berdewam kir: “Belê Serok jî, ji bo çareseriyê di nava tekoşîneke mezin û berfireh de ye. Li vir ya ku kêm dimîne, ew e ku pêwiste gelê me xwe li gora pêwistiyên vê demê ji nû ve xwe saz bike û xwe birêxistin bike. Li her derverê ku lê ne, bi riya avakirina komînan civakê bi rêxistin bike û encex bi têkoşîneke demokratîk ku xwe dispêre mîrateya 50 salan serketin dikare mîsoger bibe.”

Bîranî bi nîşandana sînevîzyona li ser şehîdên 14’ê Tîrmehê hatibû amadekirin û dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.