Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê şehadeta Gulnaz Gaso ragihand

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê şehadeta Sosin Çekdar (Gulnaz Gaso) ragihand.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê têkildarî şehadeta Sosin Çekdaer (Gulnaz Gaso) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin " Bi serbilindî û bi baweriyek xurt a bi nirxên fedakariyê, em şehadeta hevrêya xwe Gulnaz Gaso (Sosin Çekdar) ji gelê xwe re radighînin. Hevrê Gulnaz dema erka xwe ya neteweyî ya parastina ewlehiya herêmê û gelê me bi dilsozî bi cih dianî şehîd bû.

Hevrêya me ji bo parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi îradeya xwe ya xurt şer kir heya gihîştina asta şehadetê.

Hevrê Gulnaz ji roja yekemîn a tevlêbûna xwe ya nava hêzên me, mînaka dîsîplîn, lehengî û wêrekiyê bû. Bi doza adilane ya gelê xwe bawer kir. Rojekê ji dayîna bedêlên giran ji bo ewlehî û silametiya erdê xwe dudilî nebû.
em sersaxiyê ji malbata şehîd, ji xwe û ji tevahî gelê xwe re dixwazin. Em bejna xwe li keda wan giranbuha diteqînin. Em soz didin şehîd Sosin û tevahî şehîdên xwe yên leheng ku em li ser soza xwe û li ser şopa wan in. Ji bo parastina destkeftiyan û ewlehiya herêmê em mertalên asê bimînin."

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav : Gulnaz Gaso

Navê tevgerî : Sosin Çekdar

Navê dayikê: Cîhan

Navê bav: Asim

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dirbêsiyê 1-1-2003

Cih û dîroka tevlîbûnê : Til Temir 1-1-2021

Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Şêxmeqsûd 9-1-2026.