‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser hîmên saxlem ava bûye’

Yek ji rêveberên Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser mîrasa berxwedêrên Zindana Amedê pêk hatiye û got, “Ev şoreş li ser hîmên saxlem ava bûye. Lewma kes nikare vê şoreşê ji holê rake.”

ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ

Bi wesîleya 14’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, yek ji rêveberên Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn nirxandin kirin.

Egîd Efrîn di destpêka axaftina xwe Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî gelan û mirovahiyê pîroz kir û got, “Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî mîrasekî pir mezin e. Ev mîras bi ked û têkoşîna şehîdên 14’ê Tîrmehê yên sala 1982’yan çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin dan destpêkirin ava bûye. Eger Şoreşa 19’ê Tîrmehê heya îro li hember her cure êrîş û komployan li ser piyan maye, têk naçe û timî pêş dikeve sedema wê ew ruh û mîrasa ku bi berxwedana Mazlûm, Ferhad, Xeyrî û Kemalan hatiye avakirin e. Ango ev şoreş li ser hîmên saxlem ava bûye. Lewma ne mimkun e kes karibe vê şoreşê bi êrîş, şer û şîddetê ji holê rake. Ev şoreş timî li hember her cure êrîşan xwe nû dike û dibe wesîleya serketinan.”

Gazî Egîd bal kişand ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê di zîhniyeta mirovan de guhertin û veguhertineke muezem çêkir û ev anî ziman, “Civak li hember zîhniyeta dewleta netewe, baviksalar, xwedî tundî û bêedalet hişyar kir.  Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa ziman, çand, huner; şoreşa jin, şoreşa ciwanan û ya herî girîng jî şoreşa civaka exlaqî û polîtîk girt nav xwe û pêş ket. Ji ber vê gel û jin ewqasî xwedî li vê şoreşê derdikevin.”

Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî Egîd Efrîn diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê, nirxên komînal ên demokratîk bi xwe re anîn û wiha domand, “Gel jî li ser vî bingehî xwedî lê derket. Vê şoreşê gelek netewe, civak, ziman û bawerî anîn cem hev. Kir ku bi awayekî azad û wekhev pêkve bijîn. Girêdan û dilsoziyeke dîrokî di nav gelan de çêbû. Ev bêguman bi saya şehîdên ji netewe û baweriyên cuda pêk hat. Ti fitne û fesadî nikare van gelan û baweriyan ji hev dûr bixin û şoreşa wan tine bikin. Di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de teorî û pratîk pêkve pêş ket. Xisûsa ‘Fikir, zikir û çalakî’ ya Rêber Apo tîne ziman di Şoreşa 19’ê Tîrmehê berbiçav û şênber bû.”

Egîd destnîşan kir ku çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê pê ket û çavkaniya wê Rojavayê Kurdistanê bû û wiha axivî, “Bû şoreşa gelan û civaka demokratîk. Tevahî gelên bindest rêya rizgariya xwe û çareseriyê di vê şoreşê de dîtin û xwedî lê derketin. Bêguman Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû şoreşa tevahî gelên Sûriyeyê jî. Hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê rengê xwe di vê şoreşê de dîtin. Bi qehremantiya şehîdên me yên mezin, keda gaziyên me yên şer û gelên me ev êrîş û komplo hatin pûçkirin.”

Gazî Egîd Efrîn da xuyakirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser esasê fikrên civaka demokratîk a komînal a Rêber Apo ava bû û got, “Ev şoreş îro bûye wesîleya çaresseriya tevahî pirsgirêkan. Eger îro em xwedî şoreşeke wer bi heybet û bi bandor in, kedeke mezin a Rêbertiya me têde heye. Lewma em deyndarên Rêbertiya xwe ne. Em ê heya dawiyê li ser esasê fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo şoreşa xwe pêş bixin.”

Yek ji rêveberên Akademiya Şehîd Deştî û gazî Egîd Efrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Di şoreşan de li gor dem û rewşan dibe ku di tarz û rêbazan de guhertin û veguhertin çêbibin. Lê naverok û cewher wekî xwe dimînin. Pêşveçûnên îro rû didin jî divê em li ser vî esasî bigirin dest û fêm bikin. Îro ji her demê bêhtir berpirsiyartî û wezîfe dikevin ser milên me. Barê me ji her demê zêdetir bûne. Lewma divê em hê bêhtir xwedî li şoreşa xwe derkevin, gavên mezintir pêş bixin.”