YPJ: Em ê bi têkoşîna xwe şoreşa jinê mayînde bikin
YPJ‘ê 14 saliya Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa Rojava li hemberî pergala desthildar û hegemon bersiva gelên azadîxwaz e û bi navê azadiya gelan di dîrokê de rûpeleke nû vekir.
YPJ‘ê 14 saliya Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa Rojava li hemberî pergala desthildar û hegemon bersiva gelên azadîxwaz e û bi navê azadiya gelan di dîrokê de rûpeleke nû vekir.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 14 saliya Şoreşa Rojava (19 Tîrmeh) peyamek weşand.
Peyama Fermandariya Giştî ya YPJ‘ê wiha ye:
"Şoreşa Rojava di dîroka 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de, bi bîr û baweriya jiyana azad ji tevahî cîhanê re hate ragihandin. Di salên ku weke bihara gelan dihate pênaskirin de, pergala qirkirin û bişaftinê bi hemû rê û rêbazan êrişî hebûna gelan kir û hewl da dengê ku ji bo maf û azadiyê bilind dibe ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Lê li Rojavayê Kurdistanê biryardariya gelên herêmê bû helwesteke ku çarenûsa gelan guhert. Hemû ceribandinên şoreşan bi pêşveçûndinên xwe encamên xwe diyar dikin. Ji ber wê jî şoreş ji carekî de dest pê nakin û bi encam nabin, şoreş têgeheke domdar û bê dawî ye. Şoreşa Rojava jî li hemberî pergala desthildar û hegemon bersiva gelên azadîxwaz e û bi navê azadiya gelan di dîrokê de rûpeleke nû vekir.
Berxwedaniya gelê herêmê bi pêşengiya gelê Kurd, bi feraseta neteweya demokratîk ji roja ku hate îlankirin heta roja îro ruxmî hemû dek û dolaban xwe parast û mayîndebûyîna xwe nîşanî tevahî cîhanê da. Helbet ev ramana jiyana wekhev û azad ku jin di eniyên herî pêş de pêşengtiya wê dikin, xwe dispêre paşxaneyeke gelek xurt. Rêber Apo bi fikir û ramanê xwe di serî de gelê Kurd hemû gelên herêmê li derdora paradîgmaya modernîteya demokratîk kom kir û rêxistinbûyîna gelan jî bi Şoreşa Jin a Rojava re şênber kir.
Şoreşa Rojava 14 salan li pey xwe dihêle û dikeve sala xwe ye 15’an. Em salvegera 14‘an a şoreşa 19’ê Tîrmehê di serî li Rêber Apo, gaziyên şoreşê, li hemû jinan û li gelê xwe pîroz dikin.
Rabûna gelan a ku li hemberî rejîma Baasê ya zordest û desthildar, ji bo guhertina herêmê destpêkeke nû bû. Gelê Kurd di her dema dîrokê de li dijî feraseta netewe-dewlet têkoşîn kir û tu car jî polîtîkayên wan ên qirker nepejirand. Ji ber wê jî di serî de li hemberî rejîma Baasê li pey wê jî çi êrişên ku bi rêka komên çete li ser herêmê hatin, serî netewand û pergala xwe bi xwe rêvebirinê ava kir. Bi modela netewaya demokratîk, bi prensîba mafê jiyaneke wekhev di nava pergala xwe de cih da gelên Ereb, Tirkmen, Ermen , Suryan, Asurî û hemû gelên ku li herêmê dijîn. Ji ber wê jî hemû gelên herêmê şoreşa 19’ê Tîrmehê weke şoreşa xwe dîtin. Weke xilasî û rizgariya xwe dîtin. Gelek caran ji aliyê hêzên hegemon ve hesab li ser herêmê hatin kirin, lê ev hesab tu carî neçûn serî, ji ber ku jinan û gelan azadiya xwe di modela Şoreşa Rojava de dîtin. Her êrişa ku li ser şoreşê çêbû ji aliyê gelan ve bi bertek hate pêşwazîkirin û gelên azadîxwaz xwedî li şoreşa xwe derketin. Lew ra planên li ser mafên gelan tên kirin, herdem bi biryardariya gelan tê vala derxistin.
Yekîneyên me yên Parastina Jin YPJ‘ê jî ji bo pêkhatin, domandin û mayîndekirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê herdem bûn xwedî sekneke wêrek. Ji eniyên şer heta rêveberina civakê, bi ked û fedakariyeke mezin pêşengiya şoreşê kirin. Hêmana herî diyarker di nava rûpelên dîroka Şoreşa Rojava de hebûna jinan e, ji ber wê jî îro Şoreşa Rojava bûye model û hemû cîhan îlham jê digre. Ev rastî nikare were înkarkirin û ji xwe sira serkeftina şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşengiya jinan e. YPJ‘ê bi hebûn, sekin û şêwazê jiyana xwe di nava hêzên parastinê de heta nava civakê de bû xwedî cihekî qedir bilind.
Helbet ji bo aramî û azadî li welatekî serwer be, gelek berdêlên giranbûha tên dayîn. Di nava van 14 salên şoreşê de jî her roja ku hate jiyîn bi saya keda zarokên leheng ên vê axê çêbû. Şervanên YPJ-YPG û QSD’ê ji bo her bihûsteke axê were parastin kedeke bêhempa dan, têkoşîn kirin û canê xwe feda kirin. Gelê me zarokên xwe di nava şert û mercên giran û bê derfetiyan de mezin dikin, lê bê ku yek kêlî teredut bijîn ji bo parastina welat û rûmeta mirovahiyê zarokên xwe fedayî doza azadiyê dikin.
Me ewladên herî delal ên welatê xwe kire berdêla azadiya gelê xwe û mirovahiyê, ji ber wê jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bê emsal e û naşibe tu şoreşên din ên cîhanê. Em ê mîrateya ku şehîdên me yên nemir ji bo me hiştine, her dem biparêzin. Em careke din di kesayeta Bêrîvan, Devrîm, Silava, Gelhat, Arîn, Ziyad, Sîdar, Şîlan, Denîz, Raman û Koçerîn’an de hemû şehîdên Şoreşê bî bir tînin û soza domandina têkoşîna azadiyê nû dikin. Em ê bi ruh û kelecana roja yekem a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, parastina destkeftiyên şoreşê bikin û bi têkoşîna xwe şoreşa jinan mayînde bikin."