Li Berlîn û Hannoverê bîranîna 14’ê Tîrmehê
Li bajarên Berlîn û Hannover ên Elmanyayê, bi boneya 44’emîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a Zindana Amedê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Li bajarên Berlîn û Hannover ên Elmanyayê, bi boneya 44’emîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a Zindana Amedê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Bi boneya 44’emîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a Zindana Amedê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an, li bajarên Berlîn û Hannover ên Elmanyayê, çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
BERLÎN
Çalakiya ku li Berlînê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Kurdistanê hat lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Selahattîn Mete diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê yek ji berxwedanên girîng ên dîroka Kurd e û anî ziman ku berxwedêr pêşengî ji serhildan û têkoşînên piştre re kirine. Mete, Alî Haydar Kaytan û şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anî û anî ziman ku ew ê têkoşîna wan bidomînin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Zindana” bi dawî bû.
HANNOVER
Li Hannoverê jî bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, Hevserokê KOMAW’ê Xoşnav Ata axivî. Ata got ku pêvajoya ku piştî çalakiya Mazlum Dogan pêş ket, bi berxwedana rojiya mirinê ya Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz a 14’ê Tîrmeha 1982’An gihîşt qonaxekî nû. Ata anî ziman ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bû yek jî nîşaneyên têkoşîna azadiay Kurd û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re dubare kir.
Di çalakiyê de sînevîzyona li ser berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.