Li bajarê Baselê ya Swîsreyê, ji bo berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz û yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîna ku ji hêla Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) û Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) ve hat lidarxistin, gelek Kurdistanî beşdar bûn.
Bîranîn li hola konferansê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê (Dem-Kurd) hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Li ser navê KOMAW’ê Mustafa Karahan axivî. Karahan şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, Şoreşa Rojava û têkoşîna azadiya Kurd bi bîr anî û diyar kir ku têkoşîn bi bedelên giran bhatiye heta îro. Karahan qala şert û mercên girtîgehê yên dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de kir û anî ziman ku şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin rê li ber nifşên pêşerojê vekirine.
Siyasetmedarê Kurd Serhed Agirî jî di bîranînê de axivî û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya berxwedana 14’ê Tîrmehê. Agirî diyar kir ku tevî salên derbasbûyî jî berxwedan rê nîşan dide. Karahan anî ziman ku têkoşîna ku bi Mazlûm Dogan dest pê kir û bi Rojiya Mirinê ya Mezin a a 14’ê Tîrmehê gihîşt qonaxek nû û got ku ev têkoşîn yek ji xalên bingehîn ên Tevgera Azadiya Kurd e.
Agirî qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û destnîşan kir ku ji bo çareseriyek mayînde û bi rûmet, misogerkirina mafan pêwîst e. Agirî banga berdewamiya têkoşînê kir û bal kişand ser rola Alî Haydar Kaytan a di nava tevgerê de û anî ziman ku divê di avakirina serdema nû de hişmendiya şehîdan mînak were girtin.
Di bîranînê de jiyana şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan hatin vegotin. Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.