Di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de sal û nîvek derbas bû ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin. Li pêşberî gavên ku Tevgera Azadiyê û Rêber Apo avêtin e, helwesta dewletê ya ku gavên neavêje dewam dike.
Ji 27'ê Sibata 2025'an dema destpêkirina pêvajoyê û vir ve Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê civînên gel lidar xist. HDK ku ji bo fêhmkirin û piştgiriya pêvajoyê karên cuda dike, van hewldanên xwe dewam dike. Hevberdevka Stenbolê HDK'ê Dîdem Yilmaz li ser mijarê ji ajansa me re axivî.
Dîdem Yilmaz anî ziman ku ji destpêka pêvajoyê û vir ve hesta herî şênber bêbaweriya ji dewletê ye û got, "Sal û nîvek di ser pêvajoyê re derbas bû. Di vê demê de bersiv ji daxwazan re nehate dayin. Navên gund û bajaran ên Kurdî jî nehatin vegerandin. Ji ber vê yekê jî rewşeke bêbaweriyê bi rengekî xwezayî rû da.
Weke HDK li ser girîngiya pêvajoyê ya ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê bi taybetî jî kedkar, jin, ciwan, gel û baweriyan, em hin rêze hevdîtinan lidar dixin. Di vê çarçoveyê de li ser çend parametreyan em qala pêwîstiya aştiyê dikin û bi derdorên cuda re nîqaş dikin. Di nava gelan de rewşeke ku aştiyê red bike nîne, lê baweriya bi dewletê nîne.
Em bi vê zanin; di mînakên çareseriya şer de yên li cîhanê, pêvajo ji ya li vir cuda meşiya. Gerîla û siyasetmedaran piştî ku qanûnên misogerkirinê hatin derxistin mercên berdana çekan a hêzên çekdar an jî fesixkirina rêxistinê afirandin. Lê li vê derê pêvajoyeke ji berevajî heye. Hîn qanûnên ku garantiyê bidin nehate derxistin PKK'ê xwe fesix kir. Lewma pêvajoya ku em di nav de ne pêvajoyeke aştiyê ya negatîf e. Ev yek cidiyet û israra Tevgera Azadiyê ya Kurd a li ser aştiyê nîşan dide.
Sal û nîvek e ne ji gerîla ne jî ji leşkeran agahiyeke nebaş tê. Bêguman ev yek destketiyeke girîng e ku di ser her tiştî re ye. Lê belê ev têrê nake. Hem gelê Kurd hem jî gelên Tirkiyeyê di wê baweriyê de ne ku divê aştî bê garantîkirin. Ya ku ji bo vê divê bê kirin jî diyar e: Pêkanîna mercên kar û azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, ji Doza Kûmpasê ya Kobanê û gelek dozên din siyasetmedarên hatine girtin û girtiyên nexweş bêne berdan. Li gel vê yekê divê dawî li qeyûmên li Tirkiye û Kurdistanê bê anîn. Her wiha desteserkirina mafê hilbijartinê yê gel jî ji aliyê baweriya pêvajoyê ve cihê pirsê ye.
Bi kurtasî eger dewlet di mijara aştiyê de bi rastî jî ji dil be divê beriya her tiştî gel qanih bike. Aştiyeke ku civakî nebe nabe cihê baweriyê û mayinde nabe."
Di dewama axaftina xwe de Dîdem Yilmaz anî ziman ku desthilatdarî dixwaze qanûneke poşmaniyê ya nû derxîne, ev yek ne ya qebûlkirinê ye û got, "Qanûna poşmaniyê ne formateke ku bê qebûlkirin. Endamên PKK'ê jî di daxuyaniyên xwe de dibêjin, 'Me sûcek nekiriyei ji bo parastina gelê xwe em bi rê ketin'. Di rewşeke bi vî rengî de ferzkirina 'poşmaniyê' li ser gerîlayên ku pêncî sal in têdikoşin wê bibe bêsamîmiyeta pêvajoyê.
Qanûnên bêne derxistin ew qanûn in ku bi qasî fesixkirina PKK'ê û terikandina çekan bi rengekî cidî bêne derxistin. Dewletê jî dît ku bi meseleya poşmaniyê pêncî sal in tiştek neguherî ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek caran derî li aştiyê vekir, lê belê ti carî nebû tevgerek ku bi poşmaniyê bê pênasekirin. Eger bi wî rengî bûya me yê têkoşîneke ji pêncî salî nedîtibûya. Daxwazên hêzên çekdar; xurtkirina siyaseta demokratîk a bi qanûnan û avakirina civaka demokratîk e."
Dîdem Yilmaz daxwazên têkildarî pêvajoyê bi vî rengî kurteber kir:
"* Di serî de Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hemû girtiyên siyasî, girtiyên nexweş bêne berdan.
* Azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bê pêkanîn ku muzakerevanê sereke ye.
* Gerîla di bin garantiya qanûnî de li siyaseta demokratîk vegere.
* Qeyûm bê terikandin."
Dîdem Yilmaz destnîşan kir ku ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê pêwîstiyeke mezin e ku dewlet bi erk û berpirsyariyên xwe rabe û gavên cidî û mayinde biavêje.