Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Hefteya derbasbûyî 20 kes li Îranê hatin darvekirin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî pêla binçavkirinê dewam dike.
Hefteya derbasbûyî 20 kes li Îranê hatin darvekirin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî pêla binçavkirinê dewam dike.
Navenda Mafê Mirovan a Îranê têkildarî bîlançoya darvekirin, binpêkirin û binçavkirinên ji aliyê rejîma Îranê ve raporek belav kir.
Di raporê de hate diyarkirin ku rejîma Îranê tenê di nava heftiya borî de li girtîgehên Xuremawe, Qizilhesar, Tewrêz, Esfehan û Qezwîn herî kêm 20 kes darvekirine.
Hate diyarkirin ku 2 ji kesên hatine darvekirin, xwepêşanderên çalakiyên vê dawiyê yên gelên Îranê bûn ku Arif Xuşkar li Kerecê û Mihemed Emînî Dehaqanî li Esfehanê bûn.
Navendê destnîşan kir ku pêla binçavkirina welatiyan û çalakvanan li bajarên cuda berdewame, li bajarokê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê 2 birayên bi navê mamostayê xanenişîn û çalakvanê jîngehê Sebah Weledbegî û Newzad Weledbegî hatine binçavkirin.
Li gorî heman raporê di nava şeş mehên bihurî de, herî kêm 167 welatî li parêzgeha Kirmanşanê hatine binçavkirin ku ji sedan 83.8’ê wan di xwepêşandanên vê dawiyê yên gelên Îranê de hatine binçavkirin.
Di raporê de hate ragihandin ku rejîma Îranê bi komî xwendevanên zanîngehan derdixîne û destnîşan kir ku li Zanîngeha Tehranê herî zêde 200 xwendevan ji bo Îtlaatê hatine vexwendin û 2 xwendevanên bi navê Emîr Mihemed Kerîmî û Mehyar Îftîxarî bi yek car hatine derxistin.
Gorî heman agahiyan, li Zanîngeha Ciwankariyê ya Şerîf jî zêdetirî 20 xwendevan dosyayên wan hatine rawestandin û 8 kes jî bi temamî hatine derxistin, li Zanîngeha El Zehra nêzîkî 100 xwendevanên jin rûbirûyê qedexeya ketina hundir û bêparkirina berfireh ya ji xwendinê bûne.