'Çapemeniya azad divê bi ruhê Şoreşa 19'ê Tîrmehê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne'

Hevserokê YRA'yê Îdrîs Henan anî ziman ku beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Sûriyeyê sîstemeke medyayê ya li ser înkarê avakirî hebû û got, "Divê çapemeniya azad erk û berpirsyariyên xwe li gorî ruhê Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi cih bîne."

ÎDRÎS HENAN

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Îdrîs Henan bi wesîleya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bersiv da pirsên ANF'ê. Henan rewşa medyayê ya di dema rejîma Baasê de ya li Sûriyeyê, pêşketina çapemeniya azad li Rojavayê Kurdistanê û rola çapemeniyê ya ji bo naskirina mafên gelê Kurd nirxand.

Îdrîs Henan destpêkê diyar kir ku ragihandina pergala rejîma Baasê li gel ku xwe weke demokratîk nîşan dida di partîkê de ragihanda 'qesrê bû û got, "Ji dema darbeya partiya Baasê ya sala 1963'an û heta bi sala 1970'ê dema desthilatdarîbûna wê, sîstema yek-partî veguherî yek-çapemenî ku hewldana wê ya tekane pesna rejîma despot bû.

Çapemenî di rewşeke wisa de bû ku bê destûr û erêkirina rejîmê tiştek nedihat parvekirin. Lewma ragihandin weke saziyeke ewlekariyê ya dewletê bi fermana elîta despot weşaneke ne li gorî berjewendiyê gelan û dûrî ji nirxên azadî û demokrasiyê dihate nirxandin. Çendîn hewlên maskekirinê hebûn ku xwe weke azad nîşan dida, lê di pratîkê de ragihandina heyî ya Qesrê bû. Ji lewre jî nekarî ji êş û azarên gelan re bibûya eynik û çirayeke hêviyê. Berovajî wê yekê ji kiryar, sûc û binpêkirinên desthilatdariyê re amûr û alava rewakirin û neheqiyê bû. Ji ber vê jî em dibêjin ku li Sûriyeyê tiştekî bi navê ragihandina azad nebû. Bi esasî tişta heyî jî mirov nikare navê ragihandinê lê bike. Rojnamevan karmendekî bi mûçe yê dewletê bû. Sernav û sûrnavên made û nivîsên xwe ji saziyên ewlekariyê werdigirtin, li gorî îdeolojî û siyaseta desthilatdariyê dixebitî. Ji ber van sedeman Sûriye dewletek ji cîhanê û raya giştî re girtî bû, çi binpêkirin, qirkirin û êrişên li dijî çandên gelan dihatin kirin, dihatin nixumandin û veşartin. Yanî çapemeniyeke înkarê bû.

Bi vê jirêderketina ji mîsyona bingehîn a ragihandinê re, bi bizava gelan a Sûriyeyê re hebûna çapemeniyeke şoreşgerî hewceyek civakî ya bivênevê bû. Ji lewre jî bi amadekariyên îlankirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê re, xebatên bingehîn ên li ser mîrate û ezmûna ragihandina azad, bi rêk û pêk kevirkoşeyên destpêkê yên avaniya çapemeniya azad hatin dayîn ku bibin dengê rastî û heqîqeta Şoreşa 19'ê Tîrmehê. Di vê çarçoveyê de rojname, kovar, TV, ajans û radyoyên bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Sûryanî weşanê dikin hatin damezerandin ku êdî çapemeniya azad bi sazî, dezgeh û sendîkayên xwe ve bi gewde dibû.

Ji ber ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa tevayî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, ragihandineke ku karibe wê nûnertiyê bike di dewrê de bû. Bi taybetî ji bo gelê Kurd avantajeke pêşengtiya demokratîk û vegera li cewherê heqîqetê bû ku ji her tiştî mehrûm bû. Bi şoreşê re avantaja wê çêbû ku karibe doza xwe bi raya giştî bide nasîn û xebatên xwe yên ragihandinê ku bi awayekî veşartî dida meşandin eşkere bike. Ji ber ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê li ser bingeha rêxistinbûyînek pir bi rêk û pêk hatibû lidarxistin, di warê çapemeniyê de jî gavên pir mezin di demên kurt de hatin avêtin."

Hevserokê YRA'yê Îdrîs Henan qala rêveçûna ezmûna çapemeniya azad a bi şoreşê re kir û got, "“Bêguman bi pêşketina pêngavên şoreşê û guhertinên li herêmê re êrişên çeteyên DAÎŞ'ê, komên çete yên dagirkeriya Tirkiyeyê, çavên cîhanê li ser Rojava bûn. Lê ji ber amatoriya çapemeniya li Rojava, em gelek caran li hemberî êrişên odeyên şerê taybet ên bê navber di çepera xweparastinê de bûn. Vê yekê heta radeyekê bandorek wisa kir ku me nekarî temsîla rasteqîn a rastî û cewherê Şoreşa 19'ê Tîrmehê bikin. Bê guman ev jî cihê rexnedayînê ye.

Lê îro pişt ezmûna çapemeniya azad ku xwedî karwanekî şehîdên ku xwe gihandina heqîqetê û mûma rastiyê vêxistî hiştine, ragihandina bi qonaxên şoreşê re li derveyî qalib û cihokên dewletdariyê xwe birêxitin kiriye, tevî hemû ketin, qisûr û qelsiyan heta radeyekê baş karîbû doza gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî doza gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi cîhanê bide nasîn ku êdî li ser maseyên sazî û rêxistinên navneteweyî tê nîqaşkirin. Vê yekê destê Kurdan li cîhanê dirêj kir û dagirkerên li Kurdistanê bê înîsiyatîf hiştin.

Çendîn kêmasî û qisûrên mezin jî hebin, lê di heman demê de encameke êrênî heta radeyek baş li tevayî doza Kurd li çar beşên Kurdistanê kiriye. Lê tişta em rexnedayîna wê didin ku pêwîst bû encamên heyî bêtir layîqî têkoşîn, berxwedan û nirxên Şoreşa 19'ê Tîrmehê bûna ku destketiyên hîn mezintir bi gelê me ve bidaya qezenckirin." 

Hevserokê YRA'yê Îdrîs Henan di dawiya axaftina xwe de işaret bi girîngiya erk û berpirsyariya çapemeniya azad a ji bo bicihanîna mafên gelê KUrd kir û got, "Dîsa jî hîn dem derbas nebûye, bi taybetî şiklê têkoşîna Kurdan a wergirtina mafên xwe hatiye guhertin. Divê ji vir û pê ve jî ragihandina azad bi ruhê Şoreşa 19'ê Tîrmehê û perspektîfa pêşengên ragihandina azad, erk û misyonên demê pêk bîne. Ji her demê zêdetir barê ragihandina Kurd girantir bûye. Êdî gefa li ser paşeroj û statuya Kurdan sînorên parçeyan derbas kiriye û gelê me li hemberî qirkirinek topyekûn e. Ji lewre jî ragihandinek berpirsiyar, erkên xwe yên neteweyî nas dike, xwedî li şehîdên xwe derdikeve weke parêzvanê azadî û nirxên demokrasiyê tevbigire pêwîst dike ku bibe dengê rastiya gel û karibe heqîqet, berxwedana bêhempa ya li Rojava hatiye meşandin bi civaka navneteweyî re parve bike."