BI DÎMEN

Li Saratovê bîranîna Şoreşa 19’ê Tîrmehê

Li bajarên Azîngî û Yêrşovê yên herêma Saratov a Rûsyayê bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê û ji bo bîranîna cangoriyên 14’ê Tîrmehê civîn hatin lidarxistin.

 

YÊRŞOV: Di civîna Yêrşovê de Hevserokê Otonomiya Kurdan Mirza Alî Yusubov, Hevseroka Otonomiyê Gulîzer Yusubova û endamê komîteyê Îsmaîl Yusubov axivîn. Wan şehîdên Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê û cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn û girîngiya têkoşîna wan a ji bo pêşeroja gelê Kurd anîn ziman.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye xaleke veguherînê di sedsala 21’an de û hêvî û baweriya gelê Kurd ji bo azadî û mafên xwe zêdetir kiriye.

Civîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

AZÎNGÎ: Di civîna Azîngiyê de Serokê Otonomiya Kurdan Tahir Fatuyev axivî û cangoriyên 14’ê Tîrmehê û şehîdên Şoreşa Rojava bi bîr anî. Tahir Fatuyev got, Şoreşa Rojava bû şoreşeke ku rê li ber sedsala nû vekir û bû sembola nirxên mirovahiyê û diyar kir ku bi saya vê şoreşê hebûna gelê Kurd bêtir misoger bûye. Her wiha destnîşan kir ku Kurdên dîasporayê dê li ser rêya şehîdên 14’ê Tîrmehê û Şoreşa Rojava têkoşîna xwe berdewam bikin, heta ku armanca welatekî û netewekî azad bi cih bînin.

Civîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.