Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

Kampa Dola Alane ya li bajarokê Xelîfan bi du mûşekan hate hedefgirtin û di encama êrişê de çar kes bi giranî birîndar bûn ku rewşa yek ji birîndaran girane.

Kêliyek berî niha Kampa Dola Alane ya girêdayî bajarokê Xelîfan yê ser bi parêzgeha Hewlêr ku penaberên ser bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin, hate bombebarankirin.

Hate ragihandin ku careke din bi du mûşekan Kampa Dola Alane ku penaberên Hizba Komele ya Zehmetkêşên Kurdistanê lê dimîin, bi du mûşekan hate hedefgirtin.

Li gor agahiyên destpêkê di êrişê de çar kes birîndar bûne ku rewşa birîndarekê girane û rakirine nexweşxaneyê.