Malbatên dîlgirtiyan li Qamişloyê daxwaza azadiya zarokên xwe kirin
Li Qamişloyê malbatên dîlgirtiyan xwepêşandanek li dar xistin û banga serbestberdana zarokên xwe yên di girtîgehên hikumeta demkî de kirin.
Li Qamişloyê malbatên dîlgirtiyan xwepêşandanek li dar xistin û banga serbestberdana zarokên xwe yên di girtîgehên hikumeta demkî de kirin.
Malbatên dîlgirtiyan ên li Qamişloyê bi xwepêşandanekê xwestin zarokên wan di girtîgehên hikumeta demkî de werin berdan.
Xwepêşandan li çerxerêya Şehîdan hat lidarxistin. Malbat û xizmên girtiyan wêneyên zarokên xwe yên girtî hildan. Pankartên bi nivîsên "Azadî ne xwendek dûr e, lê mafê her mirovakî ye", "Li piştî her deriyekî girtî çîroka sebir û berxwedanê heye ku hêjaya were vegotin", "Roj derbas dibin, lê hêviya dîtinê zindî dimîne", "Dîlgirtî ne hejmarek di zindanê de ye, lê rih in ku li benda azadiye ne û dilên ku bi hêviyê lê didin e" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên "Em êsîrên xwe dixwazin" hatin berzkirin.