KCDK-E: Edgar Morin nûnerê wijdanê mirovahiyê bû

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) ji bo fîlozof û civaknas Edgar Morin ê ku di 104 saliyê de wefat kir, sersaxî xwest û got, “Ew nûnerê wijdanê mirovahiyê bû.”

KCDK-E’yê peyameke nivîskî weşand û ev tişt got, “Fîlozof û civaknas Edgar Morin ê ku bi piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna rewa ya gelê Kurd tê naskirin, jiyana xwe ji dest da. Fîlozof û civaknas Morin parêzvanekî girîng ê têkoşîna demokrasî û azadiyê bû û dostê gelan bû.”

KCDK-E’yê diyar kir ku Morin pirsgirêk tespît dikirin û li gorî wê çareseriya pratîk nîşan dida û got, di tevahiya jiyana xwe de li dijî dîktatoran û rejîmên nîjadperest demokrasî parast. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Morin li dijî faşîzmê di nava refên Partiya Komunîst a Fransa de cih girt û berdêlên mezin da.

Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku Morin eleqe nîşanî fikir û paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo dida û got, “Lewma wî pirsgirêka Kurd tenê weke herêmî nedît, weke pirsgirêkeke azadî û demokrasiyê ya gerdûnî nirxand.”

KCDK-E’yê ev tişt jî diyar kir, “Edgar Morin dostekî rast ê gelê Kurd bû. Nûnerê wijdanê mirovahiyê bû. Ew ê weke hevrêyekî herî nêz ê fikrên azadiya gerdûnî yên Rêber Apo, were bîranîn. Gelê Kurd wê fîlozof û civaknas Edgar Morin ê ku tevkariyeke mezin li têkoşîna gelê Kurd kiriye, ji bîr neke û bîranîna wî bide jiyîn.

Weke KCDK-E bi vê wesîleyê em ji malbat û xizmên wî û gelê Fransayê re sersaxiyê dixwazin.”