Di merasîmê de ku li kompleksa Les Invalides a li Parîsê pêk hat, Serokkomar Emmanuel Macron anî ziman ku Morin di jiyana xwe de ji bo azadî, wekhevî, xwişk-biratî û mafên gelan têkoşiya. Macron got, "Ji bo wî rastî ti carî ne di destê kampeke bi tenê yan jî dogmayekê de bû."
Edgar Morin ku yek ji kesayetên herî bi bandor ê jiyana entelektuel a Fransayê dihate dîtin, bi gelek berhemên xwe yên li ser siyaset, civak, çand û ekolojiyê dihate naskirin.
Merasîma ku Serokwezîr Sébastien Lecornu û endamên hikumetê jî tevlî bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ya leşkerî destpê kir. Di merasîmê de sirûda "Aux morts" a leşkerî û sirûda neteweyî ya Fransayê La Mareillaise hate xwendin.
Edgar Morin ku beriya çend rojan di 104 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, ji ber tevkariya li cîhana fikrî ya li Fransayê kir, weke yek ji entelektuelên herî girîng ê welêt dihate naskirin.