“Nobeta Azadiyê ji bo Rêber Apo” ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre ya Swîsreyê her Çarşem dewam dike, gihîşt hefteya 279’an.
Di çarçoveta çalakiya ku ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve tê lidarxistin de, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicihanîna berpirsyariyên xwe di vê mijarê de bang li saziyên navneteweyî tê kirin.
Çalakiya vê hefteyê ji bo bîranîna Xelîl Çirav (Selahattîn Dalgiç), Jêhat Bagok (Mehmet Gumuş), Têkoşîn Serhed (Serap Kaya), Devrîm Brusk Amed (Hamim Bozkurt) û tevahî şehîdên şoreşê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Piştre, Berdevkê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) a Cenevreyê Îbrahîm Yukel hemû şehîdan bi rêz û minetdarî bi bîr anî û diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzî salek û nîv e di pêşengiya Rêber Apo de hat pêşxistin, ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, firsendekî dîrokî ye.
Yuksel rexne li nêzîkatiya dewleta Tirk ji bo pêvajoyê kir û destnîşan kir ku dewletê hîna pêvajoyê bi taktîkî dinirxîne. Yuksel diyar kir ku divê pêvajo tavile bi encam bibe û wiha got, “Ne gerîla û ne jî leşkerê Tirk divê êdî jiyana xwe ji dest nedin. Ji beriya her tiştî jî divê Rêber Apo Azad bibe.”
Yuksel bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û diyar kir ku polîtîkayên şer û kaosê yên hêzên emperyalîst li herêmê gelan hedef digre û banga yekîtiya neteweyî li rêxistin û tevgerên siyasî yên Kurd kir. Yuksel anî ziman ku divê Kongreya Yekîtiyê ya Neteweyî tavile bê avakirin û diyar kir ku girînge ku gelê Kurd helwestekî hevpar pêş bixe.
Yuksel bal kişand ser geşedanên li Rojhilat jî û anî ziman ku dewleta Îranê polîtîkayên darvekirin û zextê yên li ser gelê Kurd didomîne û van pêkanînan şermezar kir. Yuksel bang li Neteweyên Yekbûyî û û raya gişitî ya navneteweyî kir , xwest ku li dijî pêkanînên navborî bikevin tevgerê.
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.