Gundiyan li dijî qirkirina daran a li Çewlîgê daxwazname da
Li gundê Cafran ê girêdayî Çewlîgê, ji sala 2023’yan û vir ve dar têne birîn. Li dijî vê yekê keyayê gund daxwazname da û xwest ku dawî li qirkirina daran were.
Li gundê Cafran ê girêdayî Çewlîgê, ji sala 2023’yan û vir ve dar têne birîn. Li dijî vê yekê keyayê gund daxwazname da û xwest ku dawî li qirkirina daran were.
Li dijî qirkirina daran a ku ji sala 2023’yan û vir ve dewam dike, gundî nerazî ne. Gundiyan zanî ku qada birînê wê berfireh bibe, lewma ketin nava liv û tevgerê.
Keyayê gund Cengîz Kîşîn daxwazname pêşkêşî Midûriyeta Karê Daristanan a Çewlîgê kir û xwest ku dawî li qirkirina daran were. Keya ragihand ku eger daxwaza wan pêk neyê, ew ê derbarê midûriyetê gilî bikin.