Şandeya DÎK’ê serdana şaredarê Frankfurtê kir

Şandeya Kongreya Avakirina Dersîmê (DÎK) beriya 16’emîn Mihrîcana Çanda Dersîmê ya Ewropayê bi Şaredarê Frankfurtê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de li ser projeyên pêşerojê û xebatên DÎK’ê nîqaş hatin kirin û şaredar vexwendin mihrîcanê.

Şandeya Kongreya Avakirina Dersîmê (DÎK) beriya 16’emîn Mihrîcana Çanda Dersîmê ya Ewropayê ya ku wê di 5-6’ê Hezîranê de li bajarê Frankfurt ê Elmanya were lidarxistin, serdana Şaredara Frankfurtê Dr. Nargess Eskandari-Grunberg kir.

Hat diyarkirin ku amadekariyên mihrîcana ku ji hêla Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiyên Demokratîk ên Dersîmê ya Ewropayê (ADEF) û Kongreya Avakirina Dersîmê ve bi hev re hatiye organîzekirin, bi giranî qediyane. Şandeya bi pêşengiya hevserokên DÎK’ê Akîfe Polat û Erol Aydin îro bi Şaredarê Frankfurtê re hevdîtin kir.

Hevdîtina ku li Meclisa Şaredariya Romer a Frankfurtê pêk hat, endamê Meclisa  Şaredariyê Mehmet Agatay û nûnerên partiya Bundnis 90/Die Grunen jî beşdar bûn.

Di hevdîtinê de li ser xebatên ku ji hêla Kongreya Avakirina Dêrsimê ve hatine kirin û proje û armancên wê yên pêşerojê hatin nîqaşkirin. Dosyayek berfireh a ku ji hêla şandeyê ve hatibû amadekirin pêşkêşî Dr. Nargess Eskandari-Grunberg hat kirin û derbarê xebatên kongreyê de agahdariyên berfireh hat dayîn.

PEYAMA PIŞTGIRIYÊ YA JI BO XEBATÊ

Dr. Nargess Eskandari-Grunberg kêfxweşiya xwe anî ziman û bal kişand ser girîngiya xebatên ku ji hêla Kongreya Avakirina Dêrsimê ve hatine kirin. Eskandari-Grunberg diyar kir ku xebatên kongreyê bi awayekî erênî nirxandine û anî ziman ku ew amade ye ku piştgiriyê bide xebatên kongreyê.
Hevserokên DÎK’ê Akîfe Polat û Erol Aydin di çarçoveya serdanê de Dr. Nargess Eskandari-Grunberg vexwendin 16’emîn Mihrîcana Çanda Dêrsimê ya Ewropayê.

Nargess Eskandari-Grunberg kêfxweşiya xwe ji bo vexwendinê anî ziman, serkeftin ji mihrîcanê re xwest û diyar kir ku ji bo beşdariyeke mezin çêbibe ew ê têkevin nava liv û tevgerê.
Hevdîtin piştî dayîna peyamên niyeta baş û hevkariyê bi dawî bû.