Zanîngeha Kobanê serdana Zanîngeha Frankfurtê kir

Di çarçoveya hewldanên berfirehkirina têkiliyên xwe yên akademîk ên navneteweyî de şandeyek ji Zanîngeha Kobanê serdana Zanîngeha Frankfurtê ya Elmanyayê kir.

Şandeyê bi rayedarên zanîngehê re hevdîtîn kir, derfetên hevkariya hevbeş di perwerdehiya bilind, lêkolînên zanistî û danûstandina akademîk de nîqaş kirin.

Di serdanê de, şandeyê behsa tecrûbeyên zanîngehê di rêveberiya akademîk, hevkariyên navneteweyî û bernameyên wê yên perwerdehî û lêkolînî de, kir.

Her wiha her du aliyan girîngiya pêşxistina têkiliyên akademîk û vekirina rêyên nû ji bo hevkariya di navbera her du saziyan de tekez kirin.

Ji bilî danûstandinan nêrîn li ser derfetên hevkariya akademîk û çandî hatin wegirtin û roja îniyê dê şandeya Zanîngeha Kobanê semînerekê  li ser” sîstema perwerdehiyê di zanîngehên Rojava de û  mekanîzmeya entegrasyonê” pêşkêş bike.

Ev serdan beşek ji bernameya zanîngehê ye, ku armanc jê hebûna xwe ya navneteweyî berfireh bike û hevkariya zanistî û çandî bi zanîngehên cîhanê re xurt bike.