Şehîd Fayîz Ebdî bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Fayîz Feysel Ebdî bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fayîz Feysel Ebdî yê ku 18‘ê Çileya îsal li ser rêya Ebyet şehîd bibû, îro bi merasîmekê hat veşartin.

Merasîm ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê ve li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir hat lidarxistin. Di merasîmê de endamên saziyên sivîl, endamên Asayîşê û gelek şênî amade bûn.

Girseyê wêneyên şehîd, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Asayîş, YPJ û YPG‘ê hildan. Merasîm, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdurehman Enter axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Enter, di axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan dubare kir û got: "Di şexsê şehîd Fayîz de em ê berxwedanê bidomînin heta hemû komplo û êrîşên li ser herêmên me têk diçin."

Li ser navê Kongra Star Nûra Hesen, jî anî ziman ku bi saya keda şehîdan e bi rûmet û ewle li ser axa xwe dijîn. Her wiha got, fedakariyên şehîdan dê jêdera hêzê û îradeya domandina têkoşînê bimîne.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Li ser daxwaza şehîd cenazeyê wî birin gundê Dîkê û li wir hat veşartin.