Wezîrê Rojhilata Navîn ê Îngiltereyê: Mafên Kurdan cara yekem fermî hat pênasekirin

Wezîr Hamish Falconer diyar kir ku peymana di navbera QSD û Şamê de mafên Kurdan cara yekem fermî pênase kir. Falconer peymanê wekî "gaveke krîtîk ber bi Sûriyeyeke aram û yekgirtî" bi nav kir û anî ziman ku piştgiriya ji bo Kurdan wê berdewam bike.

Wezîrê Rojhilata Navîn ê Îngiltereyê Hamish Falconer di bersiva nameya zêdetirî 70 parlamenter û endamên Kamaraya Lordan a derbarê pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de piştgirî da peymana ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Şamê de hatiye çêkirin û diyar kir ku ew "gaveke krîtîk ber bi Sûriyeyeke aram û yekgirtî" ye. Falconer destnîşan kir ku peyman cara yekem mafên Kurdan fermî pênase kir.

Falconer diyar kir ku peymana ku di 29’ê Çileyê de di navbera QSD û hikûmeta Sûriyeyê de hatiye îmzekirin, yekbûna saziyên leşkerî û sivîl pêşbînî dike û her wiha ji bo mafên sivîl û perwerdehî yên gelê Kurd li Sûriyeyê cara yekem gihîşt çarçoveyek fermî.

Falconer, Nûreddîn Ehmed ku ji hêla QSD’ê ve wekî Parêzgarê Hesekê hat destnîşankirin, di warê pêkanîna peymanê de wekî pêşketinek girîng nirxand.

JI ÎNGILTEREYÊ PEYAMA PIŞTGIRIYÊ YA JI BO KURDAN

Yek ji sernavên di nameya Falconer de derket pêş nirxandina li ser Kurdan bû. Falconer diyar kir ku hikûmet ne tenê li Sûriyeyê, di heman demê de li Tirkiye, Iraq û Îranê jî piştgiriyê dide civakên Kurd.

Falconer diyar kir ku London piştgiriyê dide pêşxistina mafên Kurdan û teşwîqkirina beşdariya wan a jiyana civakî ya li welatên ku ew lê dijîn. Di nameyê de hat destnîşankirin ku diyasporaya Kurd jî wekî parçeyek ji vê nêzîkatiyê tê nirxandin.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta Îngiltereyê perspektîfên ku di mijara Sûriyeyê diparêze de cihê Kurdan cihekî taybet digire. Falconer diyar kir ku nasnameya wan a olî an etnîkî çi dibe bila bibe divê mafên hemû Sûriyeyiyan bên parastin û bal kişand ser girîngiya ahenga civakî û rêveberiya berfireh.

TÊKILÎYÊN BI QSD’Ê RE WÊ BERDEWAM BIKIN

Falconer anî ziman ku London bi hem QSD’ê û hem jî bi hikûmeta Sûriyeyê re têkiliyên xwe didomîne û piştgiriya ji bo pêvajoya veguheztina siyasî wê berdewam bike. Falconer destnîşan kir ku gihandina alîkariyê ji bo kesên ku ji tundiya dawî bandor bûne ji bo Îngiltereyê mijareke sereke ye.

'PÊVAJOYEKE BERFIREH Û NE MEZHEBÎ’

Falconer di dawiya nameya xwe de li ser pêşeroja Sûriyeyê nirxandin kir, û diyar kir ku ji bo welat bigihêje aramiyê pêwîstî bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh, temsîlkar û bê-mezhebî ku rêzê li mafên hemû Sûrîyeyiyan digire, heye.