Malbatan li Siwêda û Şehbayê bang kirin: Aqûbeta windayiyan eşkere bikin, dîlgirtiyan berdin

Li Qada Kerame ya Siwêda û li bajarê Şehbayê du çalakî hatin lidarxistin. Xizmên windayiyan û hiqûqnasan bang li rêxistinên navneteweyî kirin û xwestin ku çarenûsa windayiyan bê eşkerekirin û dilgirtî bên berdan.

Li Qada Keramê ya Siwêdayê û bajarê Şehbayê malbat û hiqûqnasan bi daxwaza eşkerekirina aqûbeta windayan û berdana dîlgirtiyan 2 çalakî li dar xistin. Malbatan bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî kir ku li hember vê dosyaya mirovî bi awayekî cidî û aktîv bi erkên xwe rabin.

Beşdaran wêneyên dîlgirtiyan û pankartên bi nivîsên "vegera wan û eşkerekirina aqûbeta wan" hildan.

Di çalakiyan de xwişka dîlgirtî Emar Selman Fehid, Emel Fehid da zanîn ku birayê wê dema vedigerî mala xwe hat girtin û pirs kir ku gunehê wî çi ye ku were girtin. Emel bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên eleqedar kir ku çarenûsa windayan aşkera bikin.

Li aliyekî din jî dayika windayiyekî got ew tev li vê çalakiyê bûye ku dengê malbatan bigihîne cîhan û daxwaza berdana zarokên xwe yê tekane û tevahî windayan kir.

Xwişka windayiyekî din bang li rêxistinên navneteweyî û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor kir ku alîkariyan wan bikin ku têkiliyên bi windayan re deynin û rewşa wan bizanin.

Di çalakiyan de keça windayê bi navê Hikmet Xelîl El Hemod bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li ser eşkerekirina aqûbeta bavê wê bixebitin.